Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadî, ewlehî û tenduristiya wî û piştgirîkirina çalakiya gereva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dawiya heftê Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Ewropa daketin meydanan.
Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan.Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Drancy pêşengî ji meşê re kir.Meşê ji ber avahiya NCDK’ê ya Drancyê dest pêkir û li ber gara Le Boûrgetê qediya.Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Leyla”, “Azadî ji Ocalan re” hatin qîrîn.Di çalakiyê de çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin û banga xwedîderketinê li her kesî hat kirin.
Li paytexta Yewnanistan Atîna, bajarê Fransa Montpellîer,li bajarê Zurîh ê Swisreyê,li bajarên Elmanyayê,Hambûrg,Saarbrucken,Hîldesheîm,Dusseldorf,Desden,Gottîngenê jî ji bo piştevaniya bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên li hepsan û Ewrûpayê, çalakî hatin lidarxistin.Di çalakiyan peyama mezinkirina berxwedanê hat dayin.
NAVENDA NÛÇEYAN