Partiya Çep ji bo helwêsta hikûmeta federal a derbarê tecrîdkirina Ocalan de pêşnûme pirsek pêşkêşî meclîsê kiribû.

Pirsa parlamenterê Partiya Çep Michel Brandt wiha bû: “Haya Hikûmeta Federal ji rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan ê li girava Îmraliyê girtî, heye? Hikûmeta federal wê CPT´î yê bixe nava tevgerê ji bo dîtina parlamenter Leyla Guven a di greva birçîbûnê de?”

Neçar e li gorî qanûnan tevbigere

Li ser pirsan, bi navê hikûmetê, Wezîrê Dewletê yê ji karên Ewrûpayê Berpirsyar Michel Roth bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da. Roth got, “Bi navê Hikûmeta Elman a Federal dixwazim destnîşan bikim; Tirkiye ku endamê Konseya Ewrûpayê ye, mîna her mijarê derbarê hepsiyan de jî neçar e li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê tevbigere.

Divê Ocalan parêzer û xizmên xwe bibîne

Em vê bangê li hikûmeta Tirk dikin; divê Ocalan karibe parêzer û xizmên xwe bibîne. Her wiha em dixwazin hemû astengiyên li pêşiya girtiyên li Îmraliyê werin rakirin.”

Em ji rewşa Guven bi fikar in

Berdevkê Karên Derve yê Koma SPD’ê Nils Schmid jî diyar kir ku ew rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi tirs û fikar dişopînin û got, “Divê Guven tavilê azad bibe.”

Bibin xwedî helwêst

Li aliyê din, doh heyetek ji Nûnertiya HDP’ê ya Elmanyayê, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan, li paytexta Elmanya Berlînê hevdîtin kirin. Parlamenterên berê yên HDP’ê Ziya Pîr, Faysal Sariyildiz, Sîbel Yîgîtalp û ji Nûnertiya HDP’ê ya Elmanyayê Sînan Onal û Muhammet Kaya, piştî Partiya Keskan bi rayedarên Partiya Demokratên Sosyal (SPD) re hevdîtin kirin.

HDP’yî û Berdevkê Karên Derve yê Koma SPD’ê Nils Schmid û Alîkarê Serokê Koma Dostaniya Navbera Parlamenteran a Tirk û Elman Uli Groetsch li hev rûniştin. Rayedarên HDP’ê fikarên xwe yên li ser bûyerên li Tirkiyeyê îfade kirin û wan ji hikûmeta Federal a Elman xwest, ji bo bicihanîna daxwaza Guven ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe, bikeve nava liv û tevgerê.

Rayedaran diyar kir, ew rewşa Guven ji nêz ve dişopînin û wan ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Mass li ser rewşa Guven bi muxatebên xwe re axiviye.

 

ANF/BERLÎN