Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 342 rojin di bin tecrîdê de dijî û bi tu awayî nikare têkiliyê bi derve re dîne. Parlamanterê berê yê Stenbolê Ufuk Uras tekildarî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin diyar kir ku tecrid li dijî hiqûqê ye û korsan tê meşandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha 342 rojin bi tu awayî nikare têkiliyê bi derdorê re dîne têkiliya wî ji her kesî hatiy qetkirin. Heta hina bi dehan caran parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hinceta "keştî xerabe ye" û "muxalhava muhalefeti" hatin astengkirin. Der barê tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de parlamanterê berê yê Stenbolê Ufuk Uras, anî ziman ku bi tu awayî tecrîd nayê qebûlkirin.

'Tu aliyê tecrîdê nayê qabûlkirin'

Uras, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin li dijî hiqûq û zagonan e û korsan e. Uras, destnîşan kir ku tu aliyê tecrîdê nayê qebûlkirin û wiha got: "Li gorî rêgez û rêbazên hiqûqa gerdûnî her girtî dikarin bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bînin. tu aliyê sedema "Koster xerabe ye" "Keştî di tamîrê de ye" "ewraq kêm in" û "Muxalefeta hewayê heye" hayê qebûlkirin û bê wate ye. Ji bo Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike rakirina tecrida li Îmraliyê pir girîng e."

'Ceribînên 30 salan bê encam ma'
Uras, bal kişand ser hevdîtinên Osloyê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li aliyekî hevditinên Osloyê pêk tînin, li aliyê din tecrîdê giran dkin. Ev yek pirsgirêkê dixetimîne. Bi polîtîkayên inkar û îmhayê pirsgirêk çareser nabin. Me dît ku 30 salin polîtikayên kuştin, îmha û înkarê pirsgirêkê çareser nakin. Ji ber vê yekê divê hikûmet tekeve nava hewldanên çareseriyê. "

Banga tevlêbûna mîtîngê

Uras, ji bo mîtînga 14'ê Tîrmhê ku ji aliyê KCD û BDP'ê bi boneya "Ji Pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk û Ji Ocalan re Azadî" li qada îstasyonê pêk bê jî bang li her kesî kir ku tev li mîtîngê bibin.

DÎHA/STENBOL