Dayika Qedriye: Ez dayika çalakgerekî me, lê weke dayika wî jî, ez nikarim bibêjim tecrîd bi dawî bûye. Ev qas taba wan dîtî, ev qas meh in, ez dibêjim, em li bendê ne ku tecrîd bi temamî rabe. Malbat, avûkat û doktorên ser bi xwe bila karibin biçin Îmraliyê.

BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Kadriye Îmîr, dayika Ramazan Îmîr e ku li Strasbourgê ev 145 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ew di salên 90´î de ji ber zilma dewleta Tirk koçberî Amedê bû û li wir di nava Dayikên Aştiyê de çalak bû. Ew paşê sala 2004´ankoçberî Ewrûpayê dibe. Birayên wê Mehmed Adir û Abdurrahim Adir ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîd kirin. Wekî din kurê wê Servet Îmîr jî ji şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Kadriye Esen, yan jî bi navê wê yê li nava xelkê belav, Dayika Qedriye, yek jê parlamentera HDP´ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, dayika 10 zarokan e û sala 1952´yan li Cizîrê hatiye dinê. Ew behsa serpêhatiya xwe dike û fikra xwe li ser çalakiya kurê xwe Ramazan Îmîr jî dibêje.   

Li ser zilma dewleta Tirk a salên 90´î Dayika Qedriye dibêje, “Li mala min tenê du zarokên min êşkenca dewletê nexwarine. Ew jî piçûk bûn, hîna 4-5 salî bûn. Heta yê din ê ku nebûne 10 salî jî di êşkenca dewletê re derbas bûn.

Heta ku em li Cizîrê bûn, dewamî zilamê min, qîza min destgîr dikirin. Ez daîma diçûm tabûrê, min cilûberg dibirin, xwarin dibir. Min digot, heger cilûberg li min venegerin, naxwe ew sax in, lê heger li min vegerin naxwe ne sax in. Psîkolojiya min ne baş bû. Hingê zarokên min hemû piçûk bûn.”

Koçberî Amedê dibe

Dayika Qedriye koçberiya bi darê zorê ya sala 1993´yan a ber bi Amedê ve û zilma li wir jî wiha vedibêje: “Sala 1993´yan em derbasî Amedê bûn. Zad û hemû eşyayên me di bin baranê de man. Zext li me kirin, gotin çima we ranehiştiye sîlehan. Axir em hatin Amedê. Êvara eydê em li xaniyekî bi cih bûn. Axir dewletê bela xwe venekir. Ez çûme Qoserê. Sala 99´an ez 3 caran hatim destgîr kirin. 8´ê Adarê ez girtim. Piştî wê ez berdam. Piştî bi 4 rojan bi ser malê de girtin. Ez birim avêtim Hicrikê de. Handan li wir bû. Ez birim lêpirsînê. Zor li min kirin ez heqaretan li Serok bikim. Min nekir. Kulmek li nav serê min dan, û gelek heqaret li min kirin.

Hefteyek di ser berdana min re neçû, careke din bi ser malê de girtin, ez êvara Newrozê dîsa birim. Hîna berfe li erdê bû, serma bû, em xistin hicrikê. Min di wê hicrikê de agir pê xist, li ser min negeriyabûn, agir hebû li ser min.”

Her tişt ji bo aştiyê

Dayika Qedriye li Amedê dibe endama Dayikên Aştiyê û tevlî çalakiyan dibe. Wê di dema serdana Mesût Yilmaz a Amedê de jî nameyeke Dayikên Aştiyê xistibû destê wî. Wan rojan wiha bi bîr tîne: “Şeva otobûsa aştiyê ya yekê de ez jî hebûm. Ji hingî ve em dayik diçin serdana saziyan, em dibêjin em aştiyê dixwazin. Êdî hingê min haziriya xwe kir heta êvarê, ev lawê min ê niha di greva birçîbûnê de, Remezanê min nehat malê. Piştî herdu birayê xwe, min 14 salan tiştek neda ber heyata xwe. Axir wê şevê bi ser malê de girtin, qîza min girtin birin, ew hingê diçû lîseyê. Axir min sefera xwe betal nekir. Polîs di rêya me de bû, dîsa jî em ketin otobûsê de. Nêzî Enqerê, ew dayikên 50, 60. 70 salî 8 saetan li bin tavê dan sekinandinê.

Paşê wê Mesût Yilmaz bihatana Amedê, me jî weke Dayikên Aştiyê xwe amade kir ku daxwazên xwe bi nameyekê jê re bibêjin. Axir gava otobusa wî hat, polîsan em ji otobusê veqetandin. Min bi qeweta xwe ew dan alî û ji bo bidim sekinandinê min yek ji du kefiyên xwe avêtin ber otobûsê. Hingê ji dehma ve li nav sînga min xistin, îro jî kul e ew der. Axir min got, ez ê wê mektûbê bidim. Axir hat, min ew name xist destê wî û destê wî lê şidand. Piştî wê, wî daxuyanî da çapemeniyê û got, rêya Ewrûpayê di Amedê re derbas dibe.”

Divê tecrîd bi temamî bişike

Dayika Qedriye ji neçarî sala 2004´an diçe Elmanyayê. Ji bo tecrîdê û çalakiyên li dijî tecrîdê jî Dayika Qedriye dibêje, “Tecrîdê ne îro dest pê kiriye. Bi salan e her 15´ê Sibatê em tên ber derê CPT´yê. Daxwaza me aştî ye. Me li cem xwe digot, CPT ser bi xwe ye, lê mixabin, vê greva birçîbûnê nîşan da ku CPT ne ser bi xwe ye. Divê bi erka xwe rabe. Hevdîtinek çêbû, em pê şa ne. Lê ez dayika çalakgerekî me, lê weke dayika wî jî, ez nikarim bibêjim tecrîd bi dawî bûye. Ev qas taba wan dîtî, ev qas meh in, ez dibêjim, em li bendê ne ku tecrîd bi temamî rabe. Malbat, avûkat û doktorên serbixwe bila karibin biçin Îmraliyê. Serok Abdullah Ocalan, ne serokê gelê Kurd tenê ye, serokê insanetiyê ye. Gavên insanetiyê diavêje. Dibêje, ez aştiyê dixwazim, em hevdîtinê bikin, em gavan biavêjim.”

Grev wê bigihîje hedefa xwe

Herî dawî israra xwe ya desteka çalakgeran û bangên xwe jî Dayika Qedriye wiha dike: “Ez nikarim bibêjim, kurê min ev 141 (îro 143) roj e di greva birçîbûnê de ye, ev bi min gelekî zehmet tê. Ez moralê xwe xera nakim. Dayikên me li ber xwe didin, bi moralê xwe yê xweş vê dikin. Ew dibêjin, em li ser rêya zarokên xwe ne. Em ê bi wan re li ber xwe bidin. Me zarokên xwe ne ji bo mirinê lê ji bo jiyanê anîne. Lê her neheqî, zilm û zor hebû, ji ber wê ev berxwedan heye.

Gelek ji wan kesên niha di grevê de, seba ku kevirek avêtine, girtî ne. Çima kevir avêtin, ji ber ku zilm li dayik, bav, xwişk û birayên wan bû. Îro ew zarok mezin bûn. Ez bang li wezîrê edaletê ê Tirk dikim, bila carekê, na na saetekê bixin şûna me.

Ez bang li dayikên tirkan dikim, yek zaroka we heye, ew jî diçe, di şer de tê kuştin. Rabin derkevin televizyonan, bibêjin, çima zarokên me tên kuştin.

Ez bang li Merkel jî dikim, li menfaetê firotina sîlehan nefikire. Li mafê jinan bifikire, Leyla Guven pêşenga vê çalakiya greva birçîbûnê ye, jin e jin.

Ez serketinê dixwazim, ez yeqîn dikim ev greva birçîbûnê wê bigihîje hedefa xwe.”