Li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan doh û pêr heyeteke HDP´ê û parêzerên Ocalan bixwe bi CPT û Konseya Ewrûpayê (KE) re hevdîtin kirin.

Heyeta HDP´ê ya ji parlamenter Hişyar Ozsoy û Feleknas Uca, li bajarê Fransayê Strasbourgê bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê (CPT) ya ser bi KE´yê li ser mijara tecrîdkirina Ocalan û rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hevdîtin kir. Di hevdîtinan de Nûnerê HDP´ê yê li KE´yê Fayîk Yagızay jî amade bû. Parlamenter Hişyar Ozsoy li ser hevdîtinan got, “Tevî Feleknas Uca em bi heyeta CPT´yê re rûniştin. Ya rastî gava ku em serê 3 mehan carekê tên rûniştinên KE´yê di her hevdîtinên xwe de em diyalogê dikin bi CPT´yê re li ser mijara êşkenceya li hepsan. Di vê hevdîtina me de hin rewşên muhim hebûn û me ev ji Alîkarê Giştî yê CPT´yê û rayedarê berê yê Maseya Tirkiyeyê ya KE´yê Michael Neurauter re gotin. Yek ji van jî tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan bû.  Wan ev agahî da me, wan rapora xwe ya hazirkirî (piştî hevdîtina li Îmraliyê) daye dewleta Tirk û ew li benda bersiva dewleta Tirk a elaqedarî raporê ne. Tirkiye divê vê raporê biweşîne. Lê ew ê kengî biweşîne em nizanin. Wekî din li ser tecrîdkirina Ocalan û rewşa hepsan em bi Sekretera Giştî yê KE´yê Marija Pejcinovic Buric re jî rûniştin. Me got, tecrîd nabe bê qebûlkirin û pir acil e ku malbat û parêzer karibin Ocalan bibînin.

Me rewşa xirab a hepsan û miameleyên xirab ên li hepsan jî ragihandin rayedarên KE û CPT´yê. Lewma êdî cenaze ji hepsan derdikevin. Em niha li ser bûyerên êşkence, miameleya xirab, girtiyên nexweş raporê amade dikin. Em ê vê raporê bidin CPT´yê.

Rojeva me ya duyem jî bi qeyûman dagirkirina şaredariyan bû. Em hem bi sekreta giştî re rûniştin û bi Kongreya KE´yê ya Rêveberiyên Cihî re jî em li ser meseleyê axivîn û civiyan. Me rexneyên xwe yên li ser raporên wan ên li ser mijarê îfade kirin.

 

 STRASBOURG