K urdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowa dijîn û saziyên Kurd ên wek Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Civakî yên Kurd, Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê, Rêxistina Parastina Mafên Kurdên li Moskowayê „Mezopotamya“ û Organîzasyona Jinên Kurd ên li Moskowayê „Viyan“ jî di nav de, daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Daxuyanî bi amadebûna hejmareke zede ya Kurdistaniyan, doh li ber avahiya Mala Kurdan hat dayîn.
Rojnamevan Kurdistan Lezgiyava daxuyaniya hevbeş xwend û bal kişand ser tecrîda demeke dirêj e li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Lezgiyava bibîr xist ku di destpêkê de hevdîtinên bi parêzeran re hatibûn astengkirin, niha jî hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re tê astengkirin û got, „Ev nêzîkatiya dewleta Tirk bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ji xwe encamên hilbijartinên dawî yên li Tirkiyeyê nêzîkatiya gelê Kurd û gelên Tirkiyê li hemberî polîtîkaya ku AKP van 13 salên dawî dimeşand bi zelalî derxistin holê.“
Li Tambovê protesto
Li herêma Pervomaysk a bajarê Tambov ê Rûsyayê, Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Endama KJK’ê Botan di axaftina xwe ya li civînê de got, „Piştî ku di hilbijartinan de darbe xwar û stratejiya xwe ya li hemberî Rojava têk çû AKP dixwaze bi tecrîdkirina Rêberê me re Kurdan ceza bike. Gelê Kurd gelekî dilsozê Rêberê xwe ye. AKP dixwaze bi gefa li hemberî Rêbertî re dixwaze gefê li me bixwe. Ji bo vê jî tecrîda herî giran li hemberî Rêberê me dimeşîne. Ya ku AKP dike, lîstina bi agir e.“
Beşdarên civînê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Civîn bi qîrîna dirûşmên „Bijî Serok Apo“, „Bê Serok Jiyan Nabe“ bi dawî bû.”
MOSKOWA/TAMBOV