Li paytexta Franse Parîsê, li bajarê Elmanyayê Mannheim, yê Swêdê Goteborg û yê Kanadayê Torontoyê çalakî hebûn.
PARÎS: Kurdistaniyên li paytexta Franseyê Parîsê li meydana Republique civiyan, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên Kurdistanê, xwestin bimeşin. Lê belê ji ber bûyera dîlgirtinê ya li Dêra Le Saint Gilles a li taxa Chatelet a Parisê, meş betal bû. Li vê derê, li ser navê girseyê endama Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê Zozan Serhat axivî û got, "Heta Rêberê me azad bibe, wê çalakiyên me bidomin." Di axaftinên li vir de ji bo çalakiya rûniştinê ya 19'ê Îlonê ya li ber avahiya Opera banga tevlîbûnê hat kirin.
MANNHEIM: Li bajarê elmanyayê Mannheîmê, bi beşdariya bi sedan kesî mîtîngek hat lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheimê Cano Yildiz li vir peyivî û diyar kir ku xwedîderketina Kurdan û dostên wan li pêvajoyê, hişt ku hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Li ser navê NAV-DEM'ê Ramazan Ozuak û li ser navê AGÎF'ê Hazal Çelîk peyivîn.
GOTEBURG: Li bajarê Swêdê Goteborgê bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya li Brunn Parkê de, li ser navê Navenda Kurd a Demokratîk, Alî Agirî axivî û got, "Hikûmeta AKP'ê ku şer li dijî gelê Kurd ragihandiye, ji aliyekî ve navçeyên Kurdistanê dişewitîne û xera dike, li aliyê din jî dest datîne ser vîna gel şaredariyên li bajarên Kurdan." Abdullah Devecî jî diyar kir ku gelê Kurd wê xwedî li vîna xwe derkeve û got, "Em ê li dijî êrîşên AKP'ê li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ku Tirkiye veguhere sîstemeke faşîst a ji aliyê yek kesî ve tê birêvebirin."
TORONTO: Li bajarê Kanada Torontoyê jî Kurdistanî li kolana Yonge&Bloor civiyan û heta ber avahiya şaredariya bajêr meşiyan. Di meşê de tecrîdkirina Ocalan û desteserkirina şaredariyan hatin şermezarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN