Kurdistaniyên li Rûsyayê, Komkujiya Şengalê protesto kir û ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê jî bang kir.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya li herêma Krasnodar a Rûsyayê, Komkujiya Şengalê protesto kir. Alîkara Serokê Meclîsa Kurdên Adigeyê, Xodêda Kyaloşav daxuyaniya çapemeniyê xwend û got, tenê bi yekîtiyê em dikarin xwe ji dijmin biparêzin. Kyaloşov xwest roja 3’ê Tebaxê weke roja jenosîdê ya li dijî Êzîdiyan were naskirin û bang li NY, YE û saziyên din ên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin.

Azadiya Kurdan bi ya Ocalan misoger dibe

Kyaloşov got, asîmîlasyon û qirkirinên dijî Kurdan bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û wiha peyivî: “Azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dikare pêk were. Bi saya Ocalan gelê Kurd li cihanê hate naskirin.” Kyaloşov li dijî tecrîdê banga çalakiyan li gel û derdorên navneteweyî kir.

 

ANF/KRASNODAR