
AMED: Li Amed û navçeyên Farqîn, Lîce, Bîsmîl û Erxeniyê dîsa bi heman armancê di çarçoveya Nimêja Înê ya Sivil bi hezaran welatî ref girêdan û çalaki pêk anîn. Li Amedê dîsa bi Hezakan welatî li Qada Deriyê kom bûn û nimêj kirin. Endamê Komeleya Alimên Oldar a Amedê (DİAYDER) M. Hadi Koç, bi Kurdî nimêj xwend û operasyon û tecrîd şermezar kir. Li Navçeya Farqîn, Lîce, Bîsmîl û Erxeniyê jî bi girseyî nima sivîl a înê hate kirin.
EDENE: Bi sedan welatiyên ku li tenişta Mizgefta Hîcretê ya taxa Gulbahçe ya Seyhana Edeneyê wekî her hefteyê sicade û kartên xwe ji malê anîn û bi girseyî nimêja sivîl a înê kirin. Di vê hefteyê de operasyon ku duh li ser navê KCK’e pêk hat û gelek endam û rêveberên BDP, mele û xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin hate şermezarkirin. Vê hefteyê li pêş girsê Mele Abdullah xutbe xwend û Mele Abdullah, operasyon û girtin şermezar kir û pişt re bi Kurdî û tirî weaz dan.
WAN: Li Wanê jî wekî her hefteyê vê hefteê jî bi sedan kes li Parka Ehmedî Xanî kom bûn û bi girseyî Nimêja Înê ya sivîl kir. Li Wanê jî welatiyan sicade û kartonên xwe ji malê anîn û ref girêdan. Li vir jî operasyon û tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û hate xwestin ku dawî li operasyo nû tecrîdê bê anîn.
COLEMERG: Li Colemergê nimêja sivîl li pêş avahîya BDP’ê hat kirin. Rêvebirên BDP’ê û Şaredar Fadil Bedirhanoglu jî di navde bi sedan welatî di nimêjê de ref girtin. Melle Zekki Çîftçî bi Kurdî xutbe xwend û bang li yekitiyê kir.
MANÎSA: Nimêja Sivîl li taxa Fevzî Çakmak ya Manîsayê jî li pêş avahiya BDP’ê hat kirin. Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî nimêja Înê li avahiya BDP’ê hat kirin.
MELEZGIR: Li navçeya Melezgira Mûşê jî nimêja înê ya sivîl li Konê Çareseriya Demokratik pêk hat. Serokê BDP’a navçeyê Takyettîn Ozkahraman jî di nav de bi sedan welatî di nimêjê de ref girtin. Melle Îmam Ozturk, bi kûrdî xutbe xwend û di xutbê de xwest ku operasyonên leşkerî û siyasî werin rawestandin. Ozturk, jiyanek vekhev xwest û tevlî cemaatê dua kirin.
BAZÎD: Li navçeya Bazîda Agiriyê jî li Konê Çareseriya Remokratik nimêjê sivîl hate kirin. Li pêşiya komê mele Resul Înak nimêj kir. Gelek welatî tevlî nimêjê bûn. Mele Înak, di xutbeya bi Kurdî de bal kişand ser dînê îslamê ku tê da zilm û zor tuneye. Piştî xutbeyê nimêj hat kirin.
KOP: Li navçeya Kop a Mûşê jî di konê çareseriya demokratîk de nimêj hat kirin û di nimêjê de bi sedan welatî saf girtin. Di nimêja sivîl de melle Suleyman Çagli bi Kurdî xutbe xwend û di xutbê de got ku dînê îslamê girîngiyê dide aştî û biratiyê. Çagli, diyar kir ku tu gelan bi xirabiyê tiştek bi dest nexistiye.
ŞİRNEX: Li Şirnexê bi hezaran welatiyên di nav de pîr û ciwan heyî tevlî nimêja înê bûn. Melê Ubeydullah Kutlu nimêja înê ya li Konê Çareserî û Demokratîk de pêk hat xutbeya Kurdî xwend. Kutlu, xutbeya xwendin de anî ziman ku tekoşîna ev 30 sala hate dayîn tekoşînek pîrozê, lê got çima kesên din alîkarê me nabin. Kutlu, diyar kir ku hemû pirsgirêk ji ne yekbuyîna Kurdan pêk tê û banga yekîtiya nav Kurdan re kir. Piştî hutbê cemaat ji bo nêmjê cih girt.
CİZÎR: Li navçeya Cîzêr ya Şirnexê jî welatiyan, beriya nimêjê xalî û seccadeyên xwe anîn Parka Şaredariyê amadekirin. Gelek jin tevli nêjê bûn. Pêşiya nêjê melê Abdulhamît Akil vaaz da. Akil, vaaz dayî got ku divê gelê Kurd nekevê nav şerê bira. Akil, anî ziman ku mafê gelê Kurd yê jiyanêk rûmet bijî wek hemû gelên cîhanê heyê û got divê edî xwîn neyê herikandin, di ol de xwîn herîkandin gunaha. Li navçeya Sîlopyayê jî Baxçeyê Şaredariyê û Beytuşşebabê jî taxa Karşiyaka, Qilebanê Parka Şaredariyê, Hezexê Konê Çareserî û Demokratîk gelek welatiyan nêja înê lidarxist.
NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbîne ya Mêrdînê jî bi sedan elatî li Parka 100.Yilê kom bûn û nimêj bi girseyî kirin. Di çalakiyê de Mele Hissen li pêş girsê nimêj kir û tecrîd û operasyon şermezar kir. Hisên, anî ziman ku dê sibê saet di 17.00’an de li taxa Şirinê çalakiyê pêk bînin.
Li navçeya Derikê ya Mêrdînê jî bi heman rengî li Parka Ahmet Kaya çalakî pêk hat.
SERÊKANİYÊ: Li navçeya Serêkaniye ya Rihayê jî bi sedan welatî li parka Musa Anter û li Wêranşarê jî girsê li ber avahiya BDP’ê bi girseyî nimêj kir.
SÊRT: Li Sêrtê nimêja înê li parka pêş şaredariyê hat kirin. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Serokê BDP’ê yê Navçeya Navendê Gurî Toprak jî di navde bi sedan welatî di nimêjê de ref girtin. Li hundir parkê cih nema û hinek welatî derveyî parkê nimêj kirin. Civakê li paş mele Mehmet Polat ref girt û Polat bi Kurdî xutbe xwend. Mele Polat di xutbê de, bal kişand ser dînê îslam yê ku dînê aştî, biratî û xweşdîtinê ye. Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî bi heman rengî ref hat girtin.
ÊLİH: Nimêja înê li Êlihê jî Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê li paş Endamê Alimên Olî mele Îzettîn Yuksel ref hat girtin. Piştî xutbe ya bi Kurdî nimêj hat kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN