PKKʼê diyar kir ku di sala nû ya têkoşînê de berxwedana wan a azadiyê wê tecrîdê têk bibe, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne û Kurdistanê azad bike, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bike.

 PKKʼê biryara Dadgeha Belçîkayê jî weke biryareke dîrokî destnîşan kir û di heman demê de weke mehkûmiyeta hiqûqî ya komployên 9ʼê Cotmeha 1998ʼan û 15ʼê Sibata 1999ʼan bi nav kir.

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi nêzîkbûna roja reş 15ʼê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Dadgeriya Belçîkayê biryareke gelekî girîng li ser PKK’ê û Kurdan da. Eşkere ye ku biryara li ser PKK’ê ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Belçîkayê ve hate pejirandin, bi esasî mehkûmiyeta hiqûqî ya komployên 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an e. Bêguman ev biryar ji bo Kurdan û mirovahiya demokratîk di asta dîrokî de girîng e û xwedî wê hêzê ye ku dikare bandorê li siyaseta Ewrûpayê bike.

Daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê wiha ye: “Em di salvegera 21’ê ya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ne ku ji bo Kurdan ‘roja qirkirinê’ ye. Ev komploya ku beriya 21 salan pêk hat, ji bo temamkirina qirkirina Kurdan bû. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Gelê Kurd 21 sal in li dijî vê komployê, tecrîda Îmraliyê ku sembola wê ye û sîstema tecrîdê bi hêza xwe hemûyî, bi rengekî topyekûn şerê azadiyê dikin. Em daxwaz û biryardariya xwe careke din nîşan didin ku em ê vê têkoşîna mirovahiyê ya pîroz di sala bîst û duyemîn de jî li ser xeta serketinê bimeşînin.

Li ser vê bingehê, beriya her tiştî em afirînerê vê berxwedana dîrokî ya azadiyê Rêber Apo, berxwedana lehengî ya bi pêşengiya Berxwedan Îmraliyê li her qadê tê meşandin silav dikin û di sala bîst û duyemîn de hêviya serketinên mezin dikin. Şehîdên xwe yên leheng ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn xelek û li dijî komployê xwedî li Rêber Apo derketin, ew parastin, bi rêz, hezkirin û minnet silav dikin. Di sala bîst û duyemîn de jî em ê li dijî komplo û tecrîdê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û têkoşînê teqez bi ser bixînin.

Banga Viyan Soran esas e

Em di heman demê de di salvegera 14’an a şehadeta endama Komîteya Jinûve Avakirina PKK’ê hevrê Viyan Soran de ne, ku di şeva 1-2’ê Sibata 2006’an de xwe kir gogek ji agir û ji bo hilweşandina sîstema tecrîdê û tecrîda li Îmraliyê bang kir. Em baş zanin ku ‘Banga Viyan’ ji aliyê gelê me ve çawa hate pejirandin û li ser vê bingehê di tevahiya Sibata 2006’an de li dijî êşkenceya Îmraliyê û sîstema êşkenceyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên gel ên dîrokî di kîjan astê de pêk hatin. Em di wê baweriyê de ne ku di serî de jin û ciwan, wê gel û dostên me heman bangê di vê meha Sibatê de jî ji xwe re bikin esas û têkoşîna şikandina tecrîda li Îmraliyê û têkbirina komploya navneteweyî li her qadê mezin bikin.

Faşîzma AKP-MHPʼê wê hilweşe

Bîst û yek salan bi pêşengiya partiya me, hêzên me yên gerîla, tevgerên me yên jin û ciwanan, gel û dostên me di xeta fedayî ya Apoyî de li ber xwe dan û komplo pûç kirin. Li ser bingeha serketineke bi vî rengî dest bi sala bîst û duyemîn dikin û dixwazin di vê salê de komployê û êşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê ku sembola komployê ye têk bibin. Di sala nû ya têkoşînê de berxwedana me ya azadiyê wê tecrîdê têk bibe, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne û Kurdistanê azad bike, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bike.

Tecrîd wê teqez parçe bibe

Eşkere ye ku di sala 22’an a komployê de sîstema êrişê ya komplogeran hîn belawela ye û têkçûyî ye. Li hemberî vê yekê, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji nava sînorên welêt jî derket û veguherî tevgereke demokrasîyê ya herêmî û global. Bidest hemû û raya giştî ya demokratîk bi taybetî jî jin bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd re ne. Li dijî zextên faşîst, komkujî, destavêtin û dagirkeriyê, hêrsa gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di asta herî bilind de ye. Sîstema Îmraliyê êdî ji bo her kesî bûye tecrîd û êşkence, lewma kes naxwaze bi vê sîstemê re be. Ji ber vê yekê sala 22’an a li dijî tecrîd û komployê wê bi rê û rêbazên dewlemend û bi bandor û berfireh ên têkoşînê derbas bibe, êşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê teqez parçe bike û bi ser bikeve.

Li ser vê bingehê di serî de kadroyên me yên partiyê, hêzên me yên gerîla, jin û ciwanan em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku li dijî komployê hişmendiya têkoşînê bêhtir xurt bikin, îradeya me ya ji bo têkbirina tecrîd û komployê bi hêz bikin, di meha Sibatê de li dijî komplo û tecrîdê têkoşînê bi şev û roj li her qadê bi her rê û rêbazê mezin bikin û sala 22’an bikin sala serketinê.”

 

 ANF/BEHDÎNAN