Bi dehan parlamenter û hevşaredarên HDP’yî ji bo balê bikişînin ser rewşa krîtîk a Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bi şiyara “Bila tecrîd bi dawî bibe û Leyla Guven azad bibe” li ber avahiya Konseya Ewrûpayê doh dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakî wê çar rojan dewam bike.

Tevî Hevşaredar û parlamenterên sirgûnkirî, gelek rayedarên HDP’ê û rêveberên partiyê jî beşdarî çalakiyê bûne. Çalakger doh li Boulevard de I’Europeê li hev civiyan û berdilkên bi zimanê Ingilîzî yên bi nivîsa “Tecrîdê bi dawî bikin, Leyla Guven rizgar bikin” li xwe kirin. Bi vî rengî wan dest bi çalakiya xwe kir.

Wekîl, hevşaredar û rêveberên HDP’ê diyar kirin ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 77 ev roj in ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, û bang li Konseya Ewrûpayê kirin da ku bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê.

Wekîl û hevşaredarên beşdarî çalakiyê bûne jî ev in: Parlamenter Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Demîr Çelîk, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Leyla Bîrlîk, Lezgîn Botan, Mehmet Emîn Adiyaman, Nûrsel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Tûgba Hezer Ozturk; Hevşaredarê Depê Bûrhan Kocaman, Hevşaredar Fatma Şik Barût, Firat Anli, Huseyîn Guneş, Leyla Îmret, Orhan Şansal, Veysel Keser. Rêveberên HDP û DBP´ê Fîlîz Koçalî, Alî Şîmşek, Emrûllah Bîngol, Hasan Vûral, Hayrî Ateş, Sabîha Gunduz, Îhsan Çelîk, Songul Çelîk.

 

  ANF/STRASBOURG