Hîranî diyar kir ku demek dirêje tecrîd li ser Ocalan heye û wiha got; “Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demek dirêje tecrîd tê meşandin. Vê yekê jî fikarên gelê Kurd zêdekirine û Kurd bi hêrs kirine.”
Hîranî destnîşan kir ku wê li Başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî tecrîda li ser Ocalan werin lidarxistin û got ku ew piştgiriya her çar parçeyên Kurdistanê û çalakiyên tên lidarxistin, dikin û wiha pêde çû; “Fikarên gelê Kurd zêde bûne. Bi taybet piştî darbeya li Tirkiyê derbarê Ocalan de ti agahî nayê girtin. Wê çalakî berdewam bikin heya ku agahî ji rewşa Serok Apo were girtin.
HEWLÊR