Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 157 rojin nikarin bi muwekilê xwe Ocalan re hevditinê pêk bîne, ji bo hevdîtina asayî ya hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan Mazlum Dinç, Huseyîn Bogatekin û Ayşe Acînîkli serî li dozgeriyê û Îdareya Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind dan bersîva neyînî girtin.
Rayedaran dîsa bi hinceta "Keştî xerabe ye" serlêdana parêzeran red kir. Parêzerên Ocalan ku 157 rojin nikarin biçin Îmraliyê herî dawî di 27'ê Tîrmehê de çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Her wiha birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina duşemê serî li Dozgeriya Komerê ya Bûrsayê da. Malbat li benda bersivê ne.
Tecrîda giran ku li ser Ocalan tê meşandin careke din teqez bû ku bi destê hikumeta AKP’ê pêk tê û tecrîd biryareke siyasî ye. Piştî ku Erdogan parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef nîşan da di encama operasyonê de 36 parêzerên Ocalan hatin girtin. Di çapemeniyê de jî cih girtibû ku AKP amadekariyan dike ku di warê hiqûqî de hevdîtinên Ocalan asteng bike û parlementerê AKP'ê yê Stenbolê Mehmet Dogan Kubat ji bo tecrîd bê rewakirin dê mijarê bîne meclisê.
Li gorî pêşnûmeya ya parlementerê AKP'ê yê Stenbolê Mehmet Dogan Kubat pêşkêşî meclîsê kirî, heke bê tespîtkirin ku hikûmxwarek bi qasidiya parêzerê xwe rêxistinekê birêve bibe dê 6 meh destûra hevdîtina wî ya parêzeran re neyê dayîn.
Hikûmeta AKP'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 157 roj in nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne rewa bike, kete nava lêgerînê. Parlementerê AKP'ê yê Stenbolê Mehmet Dogan Kubat der heqê mijarê de pêşnûmeya qanûnê pêşkêşî meclîsê kir. Heke ev daxwaz bê qebûlkirin, dê lêkolîn destpê bike. Di encama lêkolînê de heke bê tespîtkirin ku hikûmxwarekê bi navbeynkariya parêzerên xwe rêxistin birêve biriye wê demê dê 6 meh destûra hevdîtina wî ya bi parêzeran re neyê dayîn. Tê payîn ku ev daxwaz li meclîsê bê nîqaşkirin.
STENBOL - ENQERE