Li navçeya Mîçûrînskê ya bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 4´an de ye. Şêniyên herêmê serdana çalakgeran dikin. Çalakgeran bal kişand ser kiryarên faşîst ên rejîma AKP’ê û di serî de CPT û Yekîtiya Ewrûpayê, bang li hêzên navneteweyî kir, da ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

Em ê rengê çalakiyê biguherin

Bi heman daxwazê li Yewnanistanê jî Kurdistanî tevî dostên xwe ev bi rojan e di çalakiya greva birçîbûnê de bûn.

Çalakiya ku bi beşdariya 30 kesî û 10 koman dewam kir, doh bi meşeke girseyî bi dawî bû.

Kurdistaniyan di meşê de diyar kir ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin lê wê bi şêwazên cûda çalakiyên xwe dewam bikin.

Her wiha ji raya giştî û hikûmeta Yewnanistanê hat xwestin ku li hemberî tecrîd û zilma li Kurdistanê tê kirin, bêdeng nemînin. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN