Sezaî Temellî: Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiyeke li dijî tecrîdê ye. Pêwîst e hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê dengê Leyla Guven ê li dijî tecrîdê bilind bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên li hepsan dikin û got, "Girtiyan bi armanca tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe, dest bi grevê kiriye. Daxwazên wan pirr zelal in. Em bang li rayedaran dikin. Ji bo greva birçîbûnê nebe sedema mirinê û ji bo em hevalên xwe ji dest nedin, em bang li desthilatê dikin. Daxwaz pirr zelal in. Tecrîdê bi dawî bikin."
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelli; têkildarî bûyerên siyasî, xebatên hilbijartinê, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Temelî, beriya civîna Endamên Meclîsa HDP’ê, daxuyanî da çapemeniyê. Temellî bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi rengekî nehiqûqî hate girtin û bi berdanê re beşek ji rewşa nehiqûqî ji holê hate rakirin, lê hêj jî bi dehan wekîl û siyasetvanên hilbijartî di hepsê de neû wiha peyivî: "Me li mala wê çûn serdana Leyla Guvenê ya ku ev 82 roj in di greva birçîbûnê de ye. Silavên xwe li civakê û gelê me kirin. Diyar kir ku ew ê greva birçîbûnê bi biryardarî bidomîne. Yên ku hewl didin berdana wê û greva birçîbûnê bi hev ve girê bidin, xwe şaş dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiyeke li dijî tecrîdê ye. Hem Leyal Guven hem jî zêdeyî 230 girtiyên di greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger de û nêzî 1000 hevalên me yên bi rengekî bêdawî û dorveger di greva birçîbûnê de ne, dixwazin tecrîd bi dawî bibe."
Bi rastî bi dawî bikin
Temellî bi bîr xist ku tecrîd hîna jî didome û heta bidome xuya ye grevên birçîbûnê wê zêde bibin û wiha axivî: "Grevên birçîbûnê heta bidawîbûna tecrîdê wê bidome. Ji bo greva birçîbûnê rê li ber mirina mirovan veneke û hevalên me jiyana xwe ji dest nedin, em bang li desthilatdariyê dikin. Daxwaz zelal e. Tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîda ku 20 sal in didome, ne ya qebûlkirinê ye. Daxwaza Leyla Guven eşkere ye. Bi hevdîtineke 2,5 salan carekê, hikûmet dixwaze civakê bixapîne."
Temellî diyar kir, tecrîd bûye sîstemek, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye: "Pêwîst e hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê dengê Leyla Guven ê li dijî tecrîdê bilind bikin. Heger tecrîd bi dawî nebe, ev welat wê bikeve nava rewşeke xerabtir ku ji şert û mercên heyî girantir be."
MPKE´yê biryar da divê Tirkiye bi cih bîne
Temelî bal kişand ser biryara Meclisa Parlamenter a Konseya Ewrûpa (MPKE) ya der barê tercîd û demokratîkbûna Tirkiye de û got, “MPKE'ê der barê rewşa Tirkiyeyê de biryar da. Biryareke girîng bû. Ev biryar nîşan dide ka rewşa hiqûq, demokrasî û mafên mirovan di çi astê de ye. Ev ji bo me pirsgirêkek mezin e. Bingeha demokrasiyê meclîs e. Hûn nikarin bibêjin, ez biryara MPKE'ê ya der barê Demirtaş de nas nakim. Hûn nikarin bibêjin biryara CPT ya der barê Îmraliyê de nas nakim."
Temellî polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojhilata Navîn jî rexne kirin û got, "Bala xwe bidinê; yên ku Rojhilata Navîn wêran kirine, dema ku tengav dibin li formuleke nû digerin. Di asta herî bilind de bêpîvan in. Tiştekî bi navê Mutabeqeta Edeneyê careke din datînin ber me. Bi vê yekê hewl didin tengaviya xwe li gelên Tirkiyeyê, li gelê Kurd ferz bikin. Ev yek hilweşîneke mezin e."
Temelî, herî dawî destnîşan kir ku têkoşîna wan li dijî şer, tecrîd û binpêkirina mafan e û wiha bi dawî kir: "Têkoşîna me ya demokrasî û aştiyê li dijî tecrîdê û şer e. Li dijî pergala heyî ye."
MA / ENQERE