Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Jidestdayê ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan li avahiya xwe ya li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag daxuyanî xwend.

Karadag got, bi polîtîkaya tecrîdê dixwazin têkiliya Ocalan bi dinyayê re qut bikin: ”Bi qetilkirina sê jinên siyasetvan ên li Parîsê re xwestin ku komplo û tecrîdê bigihînin asta herî jor. Ev komkujî ji bo nîqaşnekirina projeyên çareseriyê yên Rêberê Apo hate kirin. Rêberê Apo ev yek weke Terteleya Dersimê ya duyemîn pênase kir û sîstema Xweseriya Demokratîk ji bo gelê Kurd û Konfederalîzma Rojhilata Navîn pêşniyaz kir. Bi vî rengî tecrîd bi şêweyê fikrî têk bir.”

Karadag got, ”Aliyê vê yekê yê hiqûqî nîne. Êrişa li dijî pêşengên tevgera azadiyê, di şexsê Rêberê Apo û gelê Kurd de tecrîdkirina gelan e. Kengî tecrîdkirina fîzîkî ji ser Birêz Ocalan hate rakirin, hingî hêviyên ji bo aştiyê zêde dibin, mirov namirin, fikir tên nîqaşkirin. Ev yek jî nîşan dide ku tecrîd şer û giriyan e. Diyalog jî aştî û jiyaneke bi rûmet e. Em dixwazin tecrîd tavilê bi dawî bibe û alî li pêvajoya muzakereyan vegerin.”

AMED