Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewrûpayê hate şermezarkirin.

Ji bo şermezarkirina tecrîdê û daxwaza bilêvkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Almanyayê Stûttgartê mîtîngek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de bi belavok û pankartan daxwaza azadiya Ocalan hat îfadekirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Stûttgartê çalakî organîze kir û bi pirranî jin, ciwan û zarok tevlî bûn. Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî destek dan çalakiyê. Mîtîng bi gotina dirûşmên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Ji Ocalan re azadî” qediya.

Çareserî Ocalan e

Li bajarê Almanyayê Heîlbronnê jî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, hikûmeta AKP´ê û Erdogan, tevî tecrîdkirina Ocalan hatin rûreşkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Goetzentrûmê civiyan. Hevserokê NCDK li Heîlbronnê Saît Ozturk li mîtîngê axivî, işaret bi tecrîdkirina Ocalan kir û got, “AKP bi tecrîdkirina Ocalan wê nikaribe ti pirsgirêkê çareser bike. Rijandina xwînê li Tirkiyeyê, bi tenê bi hevdîtina bi Ocalan re dikare bê sekinandin.”

Li Munchenê jî bi heman armancê dezgeheke agahdarkirinê hat danîn. Komuna Jinê ya Sara ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan, qirkirina siyasî ya li dijî siyasetvanên Kurd û zextên li dijî gelê Kurd bixe rojevê, li kolana Schutzenstr. a Munchenê dezgeh danî.

Çalakiya li bajarê Almanyayê Dresdenê li Neustadt HBF´ê pêk hat û ji partiya Çep Die Linke jî parlamenter Mirko Schulze tevlî bû. Schulze li vir axivî û diyar kir ku bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin, ne yên qebûlkirinê ne. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin gotin.

PKK´ê ji lîsteyê derxin

Li bajarê Franseyê Lyonê, Kurdistaniyan û dostên wan bi mîtîngekê êrişên dewleta Tirk protesto kirin. Mîtîng bi beşdariya bi sedan kesî li Place Terrauxê pêk hat.

Di çalakiya yekîtiya hêzê organîzekirî de, polîtîkayên hikûmeta AKP/Erdogan ên destekê didin DAIŞ’ê û êrîşî Kurdan dikin, hatin şermezarkirin.

Ji Yekîtiya Ewrûpayê hat xwestin, navê PKK’ê ji ‘Lîsteya rêxistinên terorê’ derxîne û tecrîdkirina jî Ocalan hat rûreşkirin.


 NAVENDA NÛÇEYAN