Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên TEV-DEM, PYD’ê, Kongra Star, Saziya Malbatên şehîdan, Rêveberî, Hêzên Cewherî, Saziya Yekîtiya Piştgiriya Gelan MLKP, Saziya mamosteyan KPCD, Saziya Ciwana, Navenda Çand û Huner û bi dehan welatî di daxuyaniyê de amede bûn. Endama Saziya Malbatên Şehîdan, Ronahî Heco daxuyanî xwend.

Ronahîyê destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrîd li hemberî Rêberê Gelê Kurd giran kiriye û got: “Piştî serketina Kobanê û hilbijartinên 7’ê Heziranê tecrîd gihîşt asta herî jor. Dewleta Tirk û Erdogan hemû bazara xwe li ser firotina Kurdan pêk tîne. Ji ber vê yekê deng ji raya giştî dernayê. Tecrîda li hember Rêber Apo êrîşa li hember gelê Kurd e. Em weke gelê Rojava û Kobanê tecrîdkirina Rêber Apo, wekî tecrîdkirina tevahiya mirovahiya azadîxwaz dibînin. ji ber ku gelê Kobanê xwe bi şoreşa Apoyî û bi Rêber Apo nas kir.”

Kobanê rûmeta mirovahiyê ye

Ronahî Heco da zanîn ku Kobanê li hemberî çeteyan berxwedaneke dîrokî kiriye û wiha pêde çû: “Em ê jî weke gelê Kobanê bi taybetî jî wek Saziya Malbatên Şehîdan ku zarokên me ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd canê xwe dane, em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Li ser vê bingehê em dewleta faşîst a Tirk û bêdengiya navneteweyî şermezar û lanet dikin. Em dibêjin wê çalakiyên me hetanî azadiya Rêber Apo nesekinin. Em bang li tevahiya gelê xwe û hemû mirovahiyê dikin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo. Em ê ji bo têkoşîna azadiyê hewildana xwe zêde bikin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeya “Bijî Rêber Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” bi dawî bû. 


 KOBANÊ