Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Rojhilata Navîn e
Aktîvîsta TJA´yê Ayşe Gokkan, di mîtînga Amedê ya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de axivi û got: “Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina hemû gelên Rojhilata Navîn e.” Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye. Talankirin û şewitandina li Tirkiye bi tecrîdê dest pê kiriye. Em bang li rayedaran dikin û dibêjin, hema niha tecrîdê rakin û rê li pêş hevdîtina parêzer û malbatê vekin.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ku ji KCD, HDP, DBP, KESK, Meclis Dayikên Aştiyê, TJA û gelek rêxistinên civakî pek tê, li Meydana 5’ê Hezîranê (Stasyon) mîtînga aştiyê pêk anî. Bi deh hezaran kesên hazir dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Qatil Erdogan” gotin.
Ewil Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan peyivî û got, “Îro heger bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin, li Rojhilata Navîn wê xwîn raweste. Divê her yek ji aliyekî ve gavan bavêje.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî herî dawî derket ser dikê û got: “Em dîsa mil bi milan in û bi hevre ne. Em Stenbol, Îzmir, Çukurova, Efrîn û Şengalê silav dikin. Em qet û qet hêvî û pêşeroja xwe nadin. Birêz Ocalan dema diyalog û muzakere dest pê kir, her kesî dît ku çawa aştî, aramî bi pêş ket. Amed û hemû gelan ev dît û her kes şahid e. Em careke din bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin û dibêjin, dawiyê li vê zilmê bînin. demek beriya demekê bila parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin.”
Axaftina Temelî, bi dirûşmen “Qatîl Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hat qutkirin. MA/AMED