Ozgen, xwest êdî daxwaz û pêşniyarên gelê Kurd li ber çavan bên girtin û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Ozgen, xwest ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên nû bên avêtin. Sekreterê Giştî yê TİHV'ê Bakkalci jî anî zaman ku êdi divê teqez pirsgirêk çareser bibe.

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Erol Ekîcî, ji bo çareseriyê dem dem di navbera PKK'ê û dewletê de hin hevdîtin tên kirin û wia axivî: "30 salin pirsgirêk didome. Dewlet her tim dixwaze polîtikayên înkar û îmhayê berdewam dikin. Heta niha li tu kademeyên dewletê Abdullah Ocalan muhatab nedihat girtin. Pirsgirêka Kurd 30 salên xwe tişe kirin. Niha hevdîtinên dewletê û Abdullah Ocalan dest pê kirine. Ger ku Ocalan ji aliyê dewletê ve wekî muhatab bê girtin dê pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê çareser bibe. Berê jî hevdîtinên Oclo pêk hatin. Lê ev bi encam nebû. Kesên ku niha hevdîtinê didin kirin, digot 'Kesên hevdîtinê dikin bê şeref in' lê niha ew bi xwe rê li pêş hevditinê vedikin. Hevîdarim ku dê her tişt li ser bingehê samîmiyetê pêş bikevin."
Sekreterê Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Metîn Bakkalci anî ziman ku dema ji aliyê mafên mirovan de lê dinerin, 15'ê Sibatê ji 3 aliyan de dinirxînin û wiha got: "15 sal berê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê. 15 salin tecrîda ku li cîhanê nehatiye dîtin hat meşandin. Ev tecrid nayê qebûlkirin. 15 salin li ber çavê 76 mîlyon mirov Ocalan di bin tecrîdê de ye. Dixwazin vê yekê bikin mijarek asayî û ji rêzê. Li gorî mafên mirovan tecrîd nayê qebûlkirin. Ne 15 sal rojek jî tecrîd divê neyê qebûlkirin. Ev pirsgirêka 76 mîlyon mirov e. Ev mijara mafên mirovan, aştî û demokrasiyê ye. "
Bakalci, da zanîn ku rol û erka Ocalan a di nava gelê Kurd de tê zanîn û got: "Çareseriya pirsgrêka Kurd pirsgirêka me tevan e. Ji ber roja 15'e Sibatê li gelek cihan çalakî tên lidarxistin. Ez hêvî û daxwaz dikim ku dê li her derê bi awayekî demokratîk û bê bûyer pêş bikeve. Ez bawer dikim ku bê bûyer pêş bikeve dê baweriyê xurttir bike. Dewlet dê tu baweriyê bide? Dê dîsa wekî berê pirsgirekan derxe? Dewlet dê gavên baweriyê bavêje ya na? "

KESK: Lazim e gav bên avêtin

Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî xwest gavên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav bên avêtin û wiha got: "Tecrida ku 14 salin li Îmraliyê didome, mezinbûna komployê nîşan dide. 14 salin tecrîd didome û divê êdî ev tecrîd bi dawî bibe. Divê êdî daxwaz û pêşniyarên gelê Kurd li ber çavan bên girtin û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Lazim e ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên nû bên avêtin. Tecrîda 14 salan û înkara li ser gelê Kurd ji aliyê her kesî ve hat dîtin ku neheqiyek nayê qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî divê bi lezgîn diyalog û muzakere bên destpêkirin." 

DÎHA/ENQERE