Zanîngeha Efrînê li kantona Efrînê di betlaneya havînê de dewreyên perwerdeya zaniyariyê ji xwendekarên xwe re vekirin. Zanîngehê laboratuwarên taybet ên madeyên zanistî ji sala xwendinê ya nû re amade kirin. Li aliyekî din serketina xwendekaran bandoreke erênî li asta zanîngeyê û bipêşketina wê kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 14’ê Hizêrana 2015’an bi kêm derfetên xwe zanîngeha Efrînê weke yekemîn zanîngeh li Rojava vekir. Zanîngehê ji destpêka avakirina xwe ve gelek peywirên xwe yên akademîk pêk anîn û xebatên xwe ber bi afirandina nifşekî zanyar ku karibe di hemû aliyan de cihê xwe bigire didomîne.

Di sala xwendinê ya yekemîn de zanîngehê 3 beş vekirin ew jî fakûlteya Wêjeya Kurdî, fakûlteya Aborî û Endezyariya Elektromekanîk in. Sala duyemîn a xwendinê jî zanîngehê beşên nû vekirin ew jî fakûlteya Bijîşkî, fakûlteya Ragihandinê û Endezyariya Çandiniyê ne. Ev cara yekê ye ku zanîngeh pêşwaziya xwendekarên ji derveyî kantona Efrînê dike û êdî pêşwaziya xwendekarên ji seranserî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike. Ev yek jî dihêle ku şagirt bêhtir bi zanîngeha xwe ve bêne girêdan û girîngiyeke taybet bidin wê. Par hejmareke kursiyan ji xwendekarên kantona Şehba re hatin veqetandin, ji ber ku di encama rewşa şer de hingê nikaribûn di dema xwe de navên xwe li zanîngehê qeyd bikin. Xwendekarên kantona Şehba bi destpêkirina dewama zanîngehê re tavilê dest bi dewama xwe kirin. Lê îsal kursî ji wan re nehatine veqetandin û bi saya şagirtên Efrînê hatin hesibandin.


Laboratuwarên nû amadekirin

Zanîngeha Efrînê ji bo sala xwendinê ya îsal laboratuwarên taybet ên madeyên zanistî amade kirin, motorên bi sotandina hundir, alavên elektrîkê, kargehên mekanîk û gelek laboratuwarên kevin, hatin nûkirin. Her wiha laboratuwarên vebişaftina laş, laboratuwara kompûter, hilberînera çandinî, kîmya û fîzya, dîzayna li ser kompûterê, laboratuwarên zimanan amade kirin. Zanîngehê her wiha gelek pêdiviyên weke hûrbîn û alavan jî peyde kirin. Zanîngehê ji bo çanda xwendekaran biçespîne û alîkariya wan di peydekirina jêderan de bike, hejmareke mezin pirtûkên cûda peyde kirin. Niha di pirtûkxaneyê de 3146 pirtûk hene, her wiha ferheng û qamûsên cûda jî hatin peyde kirin. Hemû şagirtên fekûlteya Bijîşkî ji nexweşxane û Heyva Sor a Kurdî re dihatin şandin. Ev xwendekar jî di hin çalakiyên birînkariyê de jî amade bûn. Her wiha xwendekarên fakûlteya Endezyariya Çandiniyê gelek geştên zanistî li seranserî kantonê kirin.


Têsîra serketina xwendekaran

Di du salên bihurî de şagirtên zanîngeha Efrînê di rêjeya pileyên xwendina xwe de gelekî bi pêş ve çûn û rêjeya serketina xwendekaran ji sedî 55 derbas kir.  Endamê Rêveberiya zanîngehê Dr. Ehmed Yûsif got, “Em bi hemû hêza xwe hewl didin weke mamoste û rêveberan peywira xwe pêk bînin û beşdarî bipêşxistina hişmendiya civaka xwe bibin.” Dr. Ehmed Yûsif bang li hemû xwendekarên zanîngehê kir ku ji dewama xwe nemînin da ku karibin ji hemû şîrove û semîneran sûd wergirin. Tê payîn, piştî ku navên şagirtan ên ku dê bêne qebûlkirin bêne eşkerekirin,  zanîngeh deriyên xwe 7’ê Çiriya Pêşîn veke. 


 ANHA / EFRÎN