Jinên Rojava yên ku di serayê de dixebitin qala projeyên xwe yê aboriya xweser kirin û gotin, ew yekemîn car e ku di serayan de çandiniyê dikin û anîn ziman ku ew ê projeyên xwe yên çandiniyê berfireh bikin.

Li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê di Îlona 2016’an de yekem projeya çandiniya di serayan de hat destpêkirin. Projeya ku bi pêşengiya Meclîsa Aboriya Jinê tê birêveberin, hilberînên xurt derxistin holê. Endizyara Çandiniyê Robîn Mirad têkîldarê yekem projeya çandiniyê ya di serayan de got, wan di nava 2 donim erd de 9 sera danîne û wiha peyivî: “Di Îlonê de me bingeha serayan danî û di 23’ê Sibata 2016’an de me tovên xiyaran danîn û me şitil çandin. Li van serayan 7 jin dixebitin.”

Robînê anî ziman ku ew di encama xebateke rêxistinkirî de ber ji projeyên xwe digrin û wiha domand: “Jin ji ked û projeyên xwe encamê digrin. Her roj 600 kîlo xiyar em ji serayan diçinin. Armanc ji vê projeyê ew e ku em pêdiviyên civakê dabîn bikin. Ev proje ji bo me bû tecrûbeyek, di salên li pêş de em ê projeyên bi vî awayî zêde bikin û belav bikin.”


 TIRBESPIYÊ