Midûriyeta Lijneya Komeleyan a Walîtiya Aydinê ji rêveberên Navenda Çandê ya Arîn Mîrxan a ku 3 meh berê li taxa Ovaemîr a navçeya Efeler a Aydinê hate vekirin û navê Arîn Mîrxan a ku li Kobanê çalakiya fidaî li dar xistin lê kirin re îxbarname şand û bi hinceta "Arîn Mîrxan hemwelatiya Komara Tirkiyeyê nîn e" xwest navê saziyê bê guherîn.
Endamê Navenda Çand û Ciwanan Arîn Mîrxan Seyît Guler jî bertek nîşanî biryara walîtiyê da û got, "Navê rêhevala me Arîn dikin hincet û dixwazin xebatên me asteng bikin." Guler anî ziman ku li navenda çandê qursên tenbûrê didin û bi bernameyên çand û hunerê li tax bûye nokteya ciwanan. Guler da zanîn ku li hemberî navendê eleqeya ciwanan gelek zêdeye. Guler bilêv kir ku polîs ji hatina ciwanan a navendê nerihetin û dixwazin xebatên wan asteng bikin. Guler destnîşan kir ku ew bi biryar in navê Arîn Mîrxan li her aliyê Tirkiyeyê bidin jiyîn.
Emê navê Arîn Mîrxan bidin jiyan kirin
Guler anî ziman ku têkildarî navê navendê di serlêdana ewil a ji Walîtiya Aydinê re kirin tu pirsgirêk derneketibûn lê piştî rastî eleqeyê hat walitiyê ji wan re ji bo nav biguherîne îxbaraname şand û teqez ew navê navendê naguherînin.
Guler da zanîn ku ligel zextên li ser komeleyê dê xebatên xwe bidomînin û dê navê Arîn Mîrxan bidin jiyîn û wiha got: "Walîtî çiqas zextan pêk bîne bila bîne em dê hêj bêtir bixebitin. Em dê navê Arîn Mîrxan li Kurdistan û Tirkiyeyê bidin jiyîn. Em dê heya dawî xwedî li komeleya xwe derbikevin."
DÎHA/AYDIN