ERKAN GÜLBAHÇE / BRÜKSEL

Ji Partiya Yekîtiya Suryaniyan Nazîre Gewriye ya weke qiseker beşdarî Konferansa li ser Rojava ya li Parlementa Ewrûpayê bû axivî û qal kir ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava çawa ji bo Asûrî-Suryan û baweriyên din ên Xiristiyan tehlûke ye û got, “Nexasim ketina dewleta Tirk a Til Temir û xabûrê me gelekî ditirsîne. Ji ber ku ev dever navenda gelê Suryanî ye. Li vir 36 gundên Asûrî-Suryaniyan hene. Bi hatina Tirkiyê ya herêmê re komkujî, êş û azarên nû tên.”

Gewriyê bi bîr xist ku sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dayîna gelek bedêlên giran hatiye avakirin û got, “Wezîfeya me ye, em li hemberî her tehlûkeyê sîstem û rêveberiyê biparêzin.”

Gewriyê îşaret bi girîngiya tevgera bi serwextî ya her kom û ferdî kir û got, “Ne rast e ku tenê Kurd xwedî li van erdan derkevin. Ji ber ku ev erd yên gelan hemûyan in û divê her kes xwedî li wan derkeve… Modela li Bakur û Rojhilatê Sûrî ne tenê ji bo Sûrî dikare ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe model.”