Endamê Polîtburoya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Hîwa Seyid Salîm eşkere kir ku tevî ku wê vekişîna hêzên Emerîkayê (DYE) bandora xwe bike jî, ji destpêkê ve gelê Rojavayê Kurdistanê li ser piyê xwe rawestaye û dikarin çareseriya vê rewşa nû bikin.

Hîwa Seyid Salîm, biryara DYE’yê ya vekişîna hêzên xwe ji Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, bandora wê û gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê nirxandin.

Hîwa Seyid Salîm got, vekişîna Emerîka û êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser Bakurê Sûriyeyê li ser Başûrê Kurdistanê jî metirsî ne. Hîwa Seyid Salîm da zanîn ku wê vekişîna hêzên Emarîkayê ji Rojavayê Kurdistanê gelek bandorê li ser şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê bike û got, wê ne tenê bandorê li Rojavayê Kurdistanê bike, wê bandorê li ser Başûrê Kurdistanê jî bike.

Rojava wê li ser piyên xwe be

Hîwa Seyid Salîm got, Rojava dikare vê rewşa piştî vekişîna hêzên DYE’yê çareser bike û wiha peyivî; “Dema ku şervanan dest bi şoreşê kir, li dijî DAIŞ‘ê rawestiyan li ser piyên xwe bûn. Wê demê Emerîka û ti welatên din hevkariya wan nedikir. Lewma niha jî wê şervan li Rojavayê Kurdistanê bi vê îradeya pola li hemberî dijmin rawestin.”

Hîwa Seyid Salîm diyar kir ku niha metirsiya mezin a li ser Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk e ku dixwaze destwerdana karûbarên wê bike û got; “Ev metirsî ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye, ev dewlet timî li ser Bakur û Başûrê Kurdistanê jî metirsî ye. Lewma divê cihan ji vê metirsiyê bê agahdarkirin.”

 

 ROJNEWS / HEWLÊR