Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Seîd Sedî diyar kir ku tehlûkeya dagirkeriya dewleta Tirk li ser hemû beşên Kurdistanê ye, ne tenê li ser parçeyekî ye û got; “Tecrîdkirina Ocalan jî qonaxa dawî ya komploya 1999’an e.“
Seîd Sedî li ser dagirkeriya dewleta Tirk got, divê dagirkirina Kurdistanê wekî yek parçe û yek peyker bê dîtin: “Dagirkerên Kurdistanê li ser yek nasnameyê dagirkeriya hemû Kurdistanê dikin, dixwazin desthilata xwe qayîm bikin û koletiyê li ser Kurdan ferz bikin.
Tişta herî eşkere ew e ku Kurdistan navenda serketin û binketina Tirkiye û Îranê ye. Çiqasî bikarin li Başûr û Rojava bi ser kevin, wê ewqasî jî bikarin di aliyê aborî û desthilatdariyê de, li ser herêmê bi ser kevin.”
Seîd Sedî bal kişand li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û got; “Serketinên li Rojava, bûn sedem ku li hemû Kurdistanê kesên azadîxwaz ji bo pirsgirêka Kurd serî hildin û dengê xwe bilintir bikin. Vê yekê wisan li dagirkerên Kurdistanê, nexasim li rejîma Tirkiyeyê kir ku vê tecrîdê li ser Ocalan dayne. Ev tecrîd jî qonaxa dawî ya komploya navneteweyî ya 1999’an e.”