Niha jî ji ber destwerdana Tirkiyeyê ya bicihkirina hêzên eskerî li Mûsilê, arîşeya bi Heşdî el-Şe´bî re li Xurmatû, siberoja siyasî ya Başûrê Kurdistanê bi gelek nediyariyan re rûbirû ye. Der barê mijarê de em bi mamosteyê Zanîngeha Silêmaiyê, beşa Zanistên Siyasî Dr. Abdulrehman Kerîm Derwêş re peyivîn. Abdulreham Kerîm Derwêş îşaret bi xebatên çêkirina Destûra Kurdistanê kir û xwest ev xebat were temam kirin û di rewşa heyî ya pirr aktorî ya siyasî li Başûrê Kurdistanê de xwest hêzên bereya Kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek, yan na, ev ê rê li ber tehlûkeyeke mezin veke.
Bê Destûr sîstema siyasî nabe
Li ser sîstema siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û qeyrana siyasî ya heyî, mamosteyê zanîngeha Silêmanî, zanyarê siyasetê Dr. Abdulrehman Kerîm Derwêş got, di rastiyê de li Başûrê Kurdistanê sîstema siyasî bi rengê lidi raya giştî tê zanîn, nîne, lere Kurdistan hem dewlet nîne, hebûneke siyasî ya bi rêkûpêk jî nîne, û weha dewam kir: "Ji bo ku sîstemeke siyasî hebe, divê destûr hebe. Hîna xebatên vê nehatine temamkirin. Mueseseya serokatiya Herêma Kurdistanê heye ku di temsîla herêmê de bi dewra xwe radibe. Lê ya ku wê çawabûna sîstema siyasî diyar bike, destûra bingehîn e."
Tirkiye Til Eferê dixwaze
Derbarê mijara eskerên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê bicihkirî jî, Dr. Abdulrehman Kerîm Derwêş îşaret bi peymanên serdema Sedam Hiseyn ên di navbera Tirkiye û Iraqê de kir û got, "armanca van peymanan ew bû ku li herdu aliyên sînor Tevgera Rizgariya Kurd were tepisandin". Li gorî Derwêş li Mûsilê bicihkirina eskerên Tirk bi agahiya hikûmeta navendî qewimiye, lewre "armanc kêmkirina dewra pêşmerge ye li parêzgeha Ninovayê. Em dizanin Şengal û Til Efer cihên stratejîk in. Hêzên Kurdistanî nikarîbûn bibin xwedî helwêsteke yekgirtî." Li gorî Derwêş serokê PDK´ê Mesûd Barzanî wê di serdana xwe ya li Enqerê de ji Tirkiyeyê bixwaze ku dest wernede Şengal û Til Eferê, lewre "Tirkiye dixwaze li Til Eferê jî herêmeke xweser ava bibe. Ev ji bo Kurdistanê Tehlûkeyeke gelekî mezin e.
Dixwazin nîşan bidin ku Kurd nikarin dewam bikin
Meseleya Xurmatû jî ji bo Dr. Abdulrehman Kerîm Derwêş, destê gelek hêzan tê de hebe jî di serî de bi destê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî el-Mailkî û hêzên wî yên milîs e. Di vê dijberiyê de jî ev bere Tirkmenên şîî li dijî Kurdan bi kar tîne û weha dewam dike: "Ji bo zext û fişarê li Kurdistanê bikin, hem di nava Kurdên şîî û sunî û hem jî di navbera Kurd û Tirkmenên şîî de aloziyê derdixin. Ew ditirsin, heke desthilata Kurdistanê bimîne, Kurdistan wê gelekî nêzîkî wan bibe. Vê siyaseta çepel dimeşînin ji bo ku nîşanî cîhanê bidin ku Kurd nikarin dewam bikin. Bi ya min ev siyaseta Malikî û milîsan e. Ez gelekî dilgiran im. Divê nexasim wezareta pêşmerge di v biwarê de bibe xwedî helwêsteke yekgirtî û xurt.”
SILÊMANÎ