
Pirtûka helbestan a ‘Çavên Şevînî’ a helbestkarê Kurd Çetîn Lodî ji Weşanxaneya J&J derçû. Helbestkar ji bo pirtûka xwe ya duyemîn got: “Min xwest bi helbestên xwe bibim deng û rihê civakê.”
Duyemîn pirtûka helbestan a Çetîn Lodî ya bi navê ‘Çavên Şevînî’ derket. Lodî da zanîn ku çand û hunera gelê Kurd bi saya çîrok, destan, lorîkan hatiye roja me ya îro û helbest jî di vî warî de ronahiya civakê ye.
‘Rêya bav û kalan’
Helbestkar Lodî ji bo duyemîn pirtûka xwe ya helbestan ya bi navê ‘Çavên Şevînî’ diyar kir ku pirtûk ji 59 helbestan pêk tê û wiha peyivî: “Bi vê berhema xwe, min xwest li ser rêya qedîm ya bav û kalan bimeşim. Helbestê min bi zimanekî hûnandî, bi hest û hîsên kubar ê Kurdekî hêrs, coş, xemgînî û neçartiya xwe diqêrim. Gelek caran jî bi peyvên bi berxwedêrî ku di dengbêjiya Kurdî de berdevkê mêrxas û têkoşeran bi kar tîne bilêv dikim.”
Tehma nanê tenûrê
Lodî di berdewama axaftina xwe de got ku ew hewl daye di wêjeya xwe de jî ji çanda bav û kalan dûr nekeve û wiha axivî: “Di helbestên xwe de bûyer û qewimînên duh û îro pêkhatîne bi zimanekî helbestî min qêriyaye. Di du helbestan de min bal kişandiye li ser komkujiya Cizîr û têkoşîna Tahir Elçî. Min êş û jana civaka xwe bi awayê aniye ser ziman. Her wiha ji helbestan tehma nanê tenûrê, bêhna kûlîlkên nû vebûyî tê. Bi vê pirtûka helbestan min xwest bibim deng û ruhê civaka xwe.”
‘Helbest hebûna civakê ye’
Lodî der barê helbesta Kurdî de jî agahî dan û anî ziman ku helbest rêya mirovan rohnî dike. Lodî bilêv kir ku helbest eynika rastiya civaka gelê Kurd e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Çand û hunera gelê Kurd bi saya çîrok, destan, helbest û lorînên gelê Kurd gihaye vê astê. Ji bo vê yekê jî helbest hebûna civakê ye.”
Çetîn Lodî kiye?
Di 4’ê Nîsana 1978’an de li gundê Lodê ya li ser navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê Lodê qedandiye. Di sala 1990’î de bi malbata xwe re koçî Êlihê kiriye û heta niha jî li Êlihê dijî. Du berhemên wî yên weke pirtûka helbestan hene. Helbestên wî di kovarên weke Çirûsk, Tîroj û Nûbiharê de têne weşandin. Di sala 2013’an de yekemîn berhema wî ya bi navê ‘Rê û Rê’ ji weşanxaneya Na´yê derket. Berhema duyemîn meha Tîrmehê ya bi navê ‘Çavên Şevînî’ gihişt ber destê xwendevanan.