Cupolo bi lêv kir ku Tirkiye şerek bidizî dide meşandin û derbarê şerê qirêj a hêzên dewletê dide meşandin de ev tişt gotin: “Eger cihek dewlet nehêle kesek bikeve cihekê, em baş dizanin ku li wir hin tişt tên veşartin. Piştî li Cizîrê qedexe rabû û dîmenên li wir derketin holê di qada navneteweyî de rûyê Tirkiyeyê nîşan da. Ji ber vê jî ligel operasyonên li Sûrê xilas bûne jî hêj abluka berdewam dike. Ev jî ji bo delîlan tune bikin tê kirin.” 

Cupolo got ku kesên kesên li Sûrê li ber xwe didin di heman demê de di salên 1990’î de malên wan hatibûn şewitandin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê ji bilî berxwedanê şansek yê van ciwanan nîn e. Beriya niha pêvajoya çareseriyê hebû, lê ev pêvajo ne di bin xizmeta dewletê de bû û dewletê şer da destpêkirin.” 




‘Dê ev berxwedan berdewam bike’


Cupolo li ser hevdîtin xwe yên bi welatiyan re jî kiribû sekinî û wiha pê de çû: “Gel dibêje ku ‘PKK ez im, yên şer dikin zarokên min e” Berxwedaneke ku ev qas bi gel re bûye yek naqede. Tunekirina gel jî ne mimkun e.” 

Cupolo got ku ew li hember vê polîtîqaya dewletê matmayî maye û wiha behsa çavdêriyên xwe kirin: “Dema dewlet nikare gelekî bi zimanê xwe îkna bike vê carê jî serî li tundiyê dide. Dema di malbatekî de kesek tê qetilkirin, ferdên malbatê jî tevlî berxwedanê dibin. Ew berxwedan derbasî nifşên nû dibe, ji ber wê jî ev berxwedan dê hertim berdewam be.” 
Cupolo di dawiya axaftina xwe de jî behsa çareseriyê kir û got ku an dewletê çareseriyê qebûl bike an jî dê bikeve nav şerekî bêdawî. 


 DÎHA/AMED