Ji ajansa nûçeyan ANHA´yê Medya Henan û Dilîşan Îbiş bi Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl re li Hemleya Rizgarkirina Reqayê, rêvebirina wê piştî rizgarkirinê, êrîşên dijî herêmên Şehba û planên dewleta Tirk li herêmê û bûyerên niha li çolistana Sûriyeyê  diqewimin, peyivîn. Em nuqteyên girîng ên derketin pêş bi xwendevanên xwe re par ve dikin.

Aldar Xelîl li ser xurtiya QSD`ê di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de got,„"Reqa di rewşa Sûriyeyê de xwedî girîngiyeke stratejîk e, taybet ji ber cihê wê yê di erdîngariya Sûriyeyê de. Li rex wê Reqa paytexta DAIŞ`ê ye, lewma rizgarkirina wê ji aliyekî ve dê kilîta çareserkirina gelek pirsgirêkên Sûriyeyê be, ji aliyê din ve, hêza ku Reqayê rizgar bike û bi rê ve bibe, di diyarkirina çarenûsa herêmê de, dê bibe xwedî gotineke cewherî“"

Aldar Xelîl hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo beşdarî hemleyê bibe û aktorên din ên weke Rûsya û rejîmê yên karîgerbûna li Reqayê bi bîr xistin û got, "Ev hemû jî nirxandina me ya girîngiya rizgarkirina bajarê Reqayê piştrast dikin."


Kurd şoreşekê bi rê ve dibin

Aldar Xelîl li ser mîsyona Kurdan li Reqayê jî îşaret bi dewra Kurdan a pêşeng kir û wiha dewam kir: "Di avakirina sîstema demokratîk, bipêşxistina rêxistina civakî, birêvebirina herêman û pêşniyazkirina projeya federaliyê de jî rêber in. Kurd şoreşekê bi rê ve dibin."

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl hebûna projeya demokratîk a Kurdan bi bîr xist û got, "Niha Hêzên QSD`ê ji Kurd, Ereb, Asur, Suryan û Tirkmenan pêk tên, lê rêveberên wê yên siyasî û demokratîk ku îrade û biryara têkbirina DAIŞ`ê dan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn. Lewma nêrînek wiha bi pêş ket ku Kurd desthilatdar in û dê Sûriyeyê parçe bikin. Ev yek bibûyerên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê re guherî û diyar bû ku Kurd doza mafê xwe dikin, aliyên din red nakin, berovajî xwedî projeyek demokratîk in."

Aldar Xelîl îdayên guhertina demografyaya herêman derew derxistin û got, "QSD ti kesî bi darê zorê koçber nake, lê ji bo parastina welatiyan ji çeteyan ku her cure terorê li hemberî gel dimeşînin, pêwîst e hin gavan biavêje, jixwe, ev yek mîsyona QSD`ê ye." Xelîl bi îhtîmam got, Meclîsa Sivîl a Reqayê ku ji hemû pêkhateyên Reqa û êlên wê pêk hatiye, ew ê Reqayê bi rêve bibe û bi rêxistin bike.

Li ser hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêma Şehba û êrîşên bi ser Efrînê de jî Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl got, "Artêşa Tirk a dagirker hinek herêmên Şehbayê dagir kirine. Armanc ew bû ku hebûna xwe li herêmê biparêze, DAIŞ´ê biparêze, nehêle ku projeya Federalî li Bakurê Sûriyê bi pêş bikeve, li dijî tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şer bike û bipêşketina projeyên demokratîk li Sûriyê qedexe bike, da ku bi hinek tiştan li Sûriyê tehekûmê bike. Dewleta Tirk çavkanî û hêzên ku di hundir Sûriyê de esas digirt, ji dest dan. Ji ber vê yekê jî berê xwe da dagirkirina Şehbayê da ku têkçûna xwe veşêre.

Piştî hilweşandina çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê û Girê Spî, dewleta Tirk xwe dît ketiye rewşeke dijwar û nexasim piştî ku Heleb û çeteyên xwe radestî Rejîma Sûriyê û Hêzên Rûsî, kirin. 

Em hebûna artêşa Tirk li ser axa Sûriyê wekî dagirkeriyê dibînin, her wiha hinek herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê dagir kirine. Di heman demê de artêşa Tirk li  ser tecrûbeya demokratîk û aştiyê ku pêwîst e li Sûriyê pêk were, xeter e. Dewleta Tirk li herêmê roleke neyînî dilîze  û pêwîst e vekişe. 

Di dawiya gotinên xwe de Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl got, "Em wek gelê Kurd amade ne ku ji bo guhertina demokratîk li Rojhilatya Navîn. Ji ber em dizanin ku ne bi sîstemeke demokratîk nû be ku herêmên Rojhilata Navîn bi rê ve bibe, misogerî ji bo Kurdistanê û gelê Kurd û hemû gelên din tine ne. Her wiha em hemû dizanin ku ew sîstema demokratîk bi cih nebe,  bi giştî Rojhilata Navîn dê di nava şer de be. Ji ber vê yekê divê çereseriyeke giştî û bingehîn ji bo giştî doz û şerên li herêmên me werê peydakirin, ev çareserî jî wê misogeriya çareserkirina doza Kurdî jî bi xwe bîne."