Êdî bi her aliyan ve zelal dibe ku li pişt êrişên çeteyên xwînxwar yên wek El Nusra û îslamîstên din bi giştî dewleta Tirk, xwerû fetulahî û AKP hene. Lewre bi giranî kesên fetullahî dixapînin, serê wan dişon, ji bo li dij Kurdan şerkirinê dişînin eniya şer, yek bi yek derdikeve rastiyê. Piraniya wan çeteyan bê pirsgirêk li balafirgeha Stenbolê peya dibin, li pey perwerdeyeke kurt (li ba pisporên artêşa Tirk) di sînorên Tirkiyê re derbasê Suriyê dibin.

Di dema salvegera îmzakirina peymana Lozanê, yeksaliya şoreşa rojava û di vê pêvajoya kombûna Kongra Netewa Kurdistanê de zêdebûna êrişên çeteyên xwînxwar ên girêdayê El Qaideyê, gelek manîdar e. Derûdorên li pişt vê êrişê jî zalal bûye.

Rola Fetullahciyan

Kesên wek Mûrat Kolçak û Mesût Guçlu yên di nava çeteyan de bi destên Fetullahciyan hatin xapandin û di encamê de ew wek gasikên bêkêr kirine nava şer. Dîsa kesekî ta ji Pansilvanya Amêrîkayê bi destê fetullahiyan tê şandin. Evana tenê hin alî û kesên em dizanin in. Kî çi zane ka çendî û çend kes şandine. Gelak baş zelal dibe ku fetullahî bi giranî jî bi dirûşmaya “Kurdan bi Kurdan kuştinê“ xortên Kurdan dikin kemînê û dişînin qada şer.
Ev jî rasterast tê zanîn ku Fetullahiyên wek kemalîstên qaşo îslamkirî tên zanîn li dijî pêvajoya çareseriyê, mafê gelan û demoqrasiyê ne. Dema mirov çapemeniya wan a ku beşek ji saziya şerê qirêj e, dinêre, vê bi zelalî dibîne. Rêvebirê weşanê yê giştî yê rojnameya Zamanê (rojnama fetullahî) Ekrem Dumanli di nivisa xwe ya di bin serenavê „De were nekeve nava gumanan“ de tenê xwîn dirije. Hemû pêşveçûnan wek îxanetekê dinirxîne û di encamê de wiha vedirişe: „.. Ew îxaneta li asoyan xuya dike, ne tenê welatê me, dê tevahiya herêmê jî bişewitîne!...“

AKP tehdît dike

Serkarî di destê AKPê de ye ku ew rê nede, hîç endamekî çeteyên îslamîst, nikane di ser Tirkiyê re derbasê Suriyê bibe. Lê baş tê zanîn ku di organîzekirina qaşo „artêşa azad a Suriyê“ de rola AKPê pirr mezin e. Wê xwestibû ku li Rojhilata Navîn îslamên sûnî bîne serkar û qaşo rêbertiya wê eniyê dikir (bi kêmasî li gor çapemeniya Tirk). Bê navber civînên wan li Tirkiyê organîze dikir, piştgiriya lojîstîk ya bê sînor dida û dide wan. Lê ji ber pêşveçûnên li Rojhilata Navîn, metirsiyên navnetewî û bi taybetî jî serkeftina gelê me yê Rojava di rêberiya PYDê de, berxwedana şêrane ya YPG hemû planên wê ser û bin kir. Lê AKP dîsa jî dest ji provokasyonan berneda, her û her çeteyên qaşo îslamîst gijê ser gelê me kir. Lê şêraniya Hêzên Parastina gel bi berevaniyeke dîrokî ew çete pêl bi pêl ji xaka Rojava avêt. Ji wê derê gumrukê yê Serêkaniyê jî kete destê gelê me.
Vê serkeftina payeberz serê me Kurdan û serkeftina di nava raya cihanê de berz kir. Ev jî bû tirs û kete nava mejî û dilê AKP. Rayedarên wê tehdît li ser tehdîtan dibarînin. Cigirê serokê AKP M. Alî Şahîn hem ji bo biçûkxistinê û tehdîtê ev wek planeke Esat nîşan da. Şêwirmend Erdogan û qaşo aqilmendê Tirkiyê Yalçin Akdogan nivisandineke tehtîtkirinê nivisî: „..Divê PYD bi agir nelîze.“
Vê çarşemiyê jî serokerkan, Serokwezîr û wezîrên girîng civiyan û biryareke weke tehdît reşandin.  Di vê biryarê de wiha tê gotin: „.. Li ser mijara xweseriyê jî hate rawestandin, dê em ê destûrê nedin, bû û çûyan!“

Bangek li Kurdên di nava saziyên dagirkeran de
Bala xwe bidinê Erdogan di her gotina xwe de ji we re; “birayê min ê Kurd” dibêje. Ew ji bo birayê xwe yê Qibrisê, Kosovayê, Yunanîstanê, Bulgarîstanê, heta yê Almanyayê jî her mafî, heta mafê dewletê jî dixwaze. Lê ji mafê te yê xwezayî re na, dema birayên te yên li parçeyên Kurdistanê yê din ji bo mafê xwe ditekoşe jî wan tehdît dike. Tu çawa vê rastiyê nabîne? Tu ji bo çi hê bi boçika wan ve zeliqîyî? Ma tu ji xwe û mirovbûna xwe jî şerm nakî? We bihîstiye ku Fetullahiyan Tirkekî şandiye qada şer? Na, tenê kurê te û keça te dixapîne û li dijê birayê te dişîne şer. Ma hê di vê dema înternet û fezayê de jî evqas koranî dibe. Ku tu ji bo nanekî hişk vê dikî, bila kurider di wî nanî be! Ew çeteyên ji qalikê mirovbûnê derketine, bi fermana Fetullah û AKP dibêjin; „mal û jina Kurd ji îslaman re helal e!“ Bes e, êdî nebin gasikê destên mejîgeniyan. Xomeynî jî bi navê biratî û wekheviyê hate ser kar, lê niha!