Feqî, Cizîrî û Xanî milkê kê bûna wê li ser hîmên wan wêjeyeke giranbuha bipişkivanda. Mixabin bê derfetî û nebûna îmkaniyên dewletdariyê, kirine ku em li ber van abîdeyan neçar û stûxwar bimînin. Bi gotina “Zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî gelek dewlemend e” Kurdî dewlemend û giranbuha nabe.
Nivîskar û rojnamevan Rêşad Sorgul, berhema xwe ya herî dawî dijîtal amade kir û bi rengekî ku li ser dîmen, nivîs û deng hebe ew li ser kanala xwe ya youtubeyê belav kir. Ev berhema bi navê Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyan e. Berhem bi montaja Serdar Goyî derketiye. Rêşad Sorgul ji bo meydana dijîtal dibêje, derfet û şensekî mezin e ji bo Kurdî, ji niha behsa çapa diduyê ya guhertî dike. Rêşad Sorgul berhemên xwe yên li ser kaxezê weşandî jî hemû heta niha li ser youtube weke dîmen û deng weşandine. Wî gelek çîrok û helbestên din jî xwendine û ji elaqeya li ser înternetê razî ye. Nexasim jî ji ber guhdarîkirina li Cembelî Kurdê Mîrê Hekariya ku 600 hezar kesî tikandiye lînka wê, ew serbilind e. ji bo tercîha xwe ya ji bo Feqî ew dibêje, “Ez ji zaroktiya xwe ve Feqiyê Teyran dixwînim û gelek tiştên wî di mejiyê min de bi gewde bûne. Lewma di nava vê çîrokê de ez weke ava rûbarekî têkilî behrê bûme.”
Çima te berhema xwe ya nû wekî kitêba kaxezî çap nekir û bi deng û vîdeo li ser Youtubeyê bar kir?
Min berî vê berhemê jî gelek berhemên Kurdî û berhemên xwe hemû li ser youtubê bi deng weşandine. Lê ev berhema xwe bêyî çap bikim, min hem bi deng xwendiye û hem jî min nivîs li ber deng daniye. Di dîmen de rûpelên pirtûkê weke pirtûkeke rastî diqelibin. Hevalê me Serdar Goyî montaja wê kir. Pirtûkeke Kurdî dema tê çapkirin herî zêde du hezar tene têne çapkirin û belkî du hezar caran jî nayên xwendin. Îca berhemên min xwendine, bi awayekî ez ne li bendê bûm li wan hatiye guhdarîkirin. Mînak kurteçîroka Cembelî Kurê Mîrê Hekeriya, min beriya bi salekê xwendiye û niha hejmara yên lê guhdarî kirine, xwe gihandiye şesed hezarî û ya rastî ev hejmar ji bo Kurdî pirr baş e. Belkî her kesê li vîdeoyê nêriye, guhdarî nekiriye. Dîsa jî ev hejmar gelekî hêja ye. Ji lewra min xwest vê berhema xwe ya nivîskî bi vî rengî li ser tevna înternetê biweşînim û nexasim jî li ser youtubeyê. Herweha min xwest nîşan bidim ku înternet ji bo me gelek derfet û îmkanan dide û divê em jî baş bi kar bînin. Jixwe, em Kurd ji gelek derfet û îmkanên dewletdariyê mehrûm in; bi sînoran ji hev hatine dûrxistin - her awa sînor - ji lewra herî zêde em dikarin jê sûdê bigirin. Tevna înternetê di vî warî de derfetên dûrî aqilan dide û em dikarin jê sûdê bigirin. Ya din jî Kurd ji xwendinê zêdetir dikarin guhdarî bikin. Derfetên xwendin û nivîsandinê yên Kurdî ji dest wan hatine stendin. Dema mirov bi deng bixwîne û kesek hem guhdarî bike hem nivîsê bişopîne, dikare bi lez jî hîn bibe.
Reaksiyona xwendevan û guhdarên te heta niha çawa bû?
Pirtûka “Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê” hefteyek bûye min daniye ser youtubeyê. Heta niha reaksiyon bi giştî baş in. Hinek kesan rexne kir ku nivîs baş xuya nake. Hinek kesan jî got, te hinekî bi lez xwendiye. Hinek kesan jî di warê dengpêvedanê de rexne kirin. Ev rexne jî bi giştî di cih de ne.
Ya girîng ew bû, raxbet û daxwazeke zêde ji bo çîrokan heye. Herçiqasî min bi xwendina bi deng a helbestên klasîk dest pê kir jî bêhtir çîrokan bal kişand û daxwaz ji bo wan zêde bû. Vê jî kir ku ez jî bala xwe bidim vî alî û li ser vê yekê bisekinim. Ez wer dihizirim ku cihê çîrokan di dîroka gelê Kurd de gelekî xurt heye. Kurd hosteyên çîrokan in. Di şevên dirêj ên zivistanê de çîrok ew xeyalên rengîn in yên ku ji sînorên berbiçaviyê wêdetir di deryayên xewn û xeyalan de melevaniyê dikin.
Ev cara pêşî nîne ku tu bi Feqiyê Teyran bilî dibî. Çima Feqiyê Teyran?
Ez ji Feqî hez dikim. Feqî di xeyala min de şîrîn e. Mijarên gelekî hûrûkûr bi hêsanî dibêje. Yekî ji nava me ye. Rûken e. Mîna sureke biharê ya zozan û baniyên Kurdistanê ye, xwe li nava dilê mirov dialîne.
Ya diduyê jî milletên li cîhanê jî kesayetên xwe şirove dikin û sed carî li wan zêde dikin. Mixabin, bihêle em li wan zêde bikin, em nikarin a heyî bigirin. Min xwest ez van herduyan bi hev re bikim. Îca, eger min ev kiribe û bi ser ketibim, ez ê bextewar bim. Feqî, Cizîrî û Xanî milkê kê bûna wê li ser hîmên wan wêjeyeke giranbuha bipişkivanda. Mixabin bê derfetî û nebûna îmkaniyên dewletdariyê, kirine ku em li ber van abîdeyan neçar û stûxwar bimînin. Bi gotina “Zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî gelek dewlemend e” Kurdî dewlemend û giranbuha nabe. Ji bo vê divê tu vê nîşan bidî. Ango divê tu bixebitî û vê darîçav bikî.
Di berhemê de ji bo kesên zû bi ser ve nebin, ji ber berhemên Feqiyê Teyran jî hatiye girtin. Te çawa kir, yanî çi ji Feqî ye, çi ji Rêşad Sorgul e?
Min di vê berhemê de ji berhemên Feqî hemûyan sûd wergirt. Jixwe, ez qala wî dikim û çîrokbêjê min ew bi xwe ye. Min dema ji berhemên wî girt û ez bi ber pêla wî ketim, gotinên min û yên wî têkel bûn. Min hin beşên helbestên wî weke heyî xistin nava berhemê, min hinekî Kurmanciya wan kir Kurmanciya îro û li hin cihan jî min li wan kêm an jî zêde kir. Min Şêxê Senan weke Pîrê Çiyê di nava çîrokê de bi cih kir. Min keçika xaçhebîn jî kir keçeke şemsî. Li hin cihan jî min awa û mejiyê qewimîna bûyeran guhert. Min xwest di nava bûyerên dûrî aqilan de têkilîdanîna mejî û beraqiliyê çêkim. Ez ji zaroktiya xwe ve Feqiyê Teyran dixwînim û gelek tiştên wî di mejiyê min de bi gewde bûne. Lewma di nava vê çîrokê de ez weke ava rûbarekî têkilî behrê bûme.
Feqiyê Teyran medreseyan tîna bîra me, lê em dibînin te destê Feqî ji Şêxan şûştiye û ew kiriye hevhalê Pîrê Çiyan. Çima te ev kir, yan jî çimaya wê nebe, çawa berê te ber bi vî alî ve çû?
Dîroka gelê Kurd tê zanîn. Berî Îslamê gelê Kurd xwedî gelek baweriyan e. Ev bawerî û diyanet bi giştî nêzî hev in. Mîna zaravayê wan in. Îro jî ew mane. Weke Ezdahî, Şemsî, Yaresanî, Durzî û hwd. Belkî Zerdeşt di dîrokê de ew kirin dînekî dewletdariyeke mezin a mîna împaratoriyê. Herçiqasî bi hin awayan Kurd bûn Misilman jî lê heta van salên dawî jî bizrên diyanetên xwe yên berê di nava Îslamê de bi hemd an jî bêhemd parastin. Em li gelek alimên Îslamê yên Rojhilatî dinêrin em vê rastiyê li cem wan dibînin. Em vê li cem Omer Xeyam, Baba Tahir, Mewlana Celaledînê Belxî, Feqî û wekî wan dibînin. Di dîroka Kurdan de belkî zanyarên herî kevin Pîr in. Bi îhtîmaleke xurt Pîr ji pîrekan tê. Ji ber ku di dîrokê de cara pêşî tevna jiyanê li dora jinê tê deribandin û jinên di vî warî de xwedî gotin, weke pîrek têne bi navkirin. Lê bi hatina Îslamê re yan jî sîstema bavikan rola pîrekan ket û di nava diyanetên Kurdan ên weke Ezdahî, Şemsî û Elewî de zilamên pîr derketin ser dikê. Ne ku wan ev qebûl kir, ew neçar man. Lê bi demê re ev sîmultane bû diyardeyeke rastî û darîçav. Jixwe, bi kurtî be jî min di çîrokê de qala vê yekê kiriye. Jixwe bi bîrûbaweriya min a divê em lê vegerin jî ev rastî ye. Pîr di kurdî de bi maneya mezin e. Kesa pîr ne tenê bi temen di heman demê de bi gotinê jî di nava civakê de mezin û xwedî gotin e. Gotina “pîroz” jî ji vir tê. Pîroz ew roja mezin e.
Gava em dixwînin, lê dihisînin, em dibînin te gelek caran, hin peyv ducarî û sêcarî kirine; sedema vê çi ye? Gelo çima, tevî ku bi ya min, dike ku xwendina metnê li astengan biterpile, te ev kir?
Ez gelek caran hostetiya di wêjeyê de dişibînim hostetiya dîwarlêkirinê. Bi ya min gotinên hevwate li gorî xwe xwedî nuans in. Ya din jî ji bo xweşbêjî û rewanbêjiyê bikaranîna gotinên hevmane tahm û lezetekê dide hevoksaziyê. Na eger nede û were bikaranîn, dikare bêtehm bike. Ji lewra dibêjim hostetî tê de hebe dibe. Min hewl da vê bikim. Bûye nebûye, ev teqdîra guhdaran e.
Gava behs dibe belavbûna pirtûkan, a esas hejmara çapê ye. Vêca di navbera hejmara çapê û tikandinê de li gorî te di dewra me ya nû de têkiliyeke çawa heye? Tikandin jî bi qasî çapkirin û firotinê ne esas e?
Pirtûkeke pirr were çapkirin, ev tê wê maneyê gelekî jî wê were belavkirin. Pirtûkeke pirr were belavkirin jî bivênevê wê pirr were xwendin. Ji bo berhemên li ser tevna dijîtal jî bi vî rengî ye. Heger berhemek pirr hatibe tikandin ev tê wê maneyê gelekî lê hatiye guhdarîkirin. Bêguman çawa ku her pirtûka hatibe belavkirin nayê wê maneyê hatiye xwendin, her berhema li ser tevna înternetê lînka wê hatibe tikandin jî nayê wê maneyê lê hatiye guhdarîkirin. Lê em van hejmaran nîv bi nîv jî bihesibînin, dîsa jî hejmara guhdarîkirinê ji ya xwendinê qat bi qat zêdetir e. Wexta ez vê dibêjim, ez nabêjim berhemên dijîtal ji yên çapê çêtir in. Ez naxwazim muqayeseke bi vî rengî bikim, ev şaş e. Lê ez dibêjim qada înternetê derfeteke bêhempa dide me.
Gelo ji bo karê pirtûkên bi deng berbihevtir û profesyoneltir bibe, mirov dikare çi bike?
Em Kurd ji gelek derfet û îmkanên dewletdariyê mehrûm in; di nava me de gelek sînor hatine danîn. Bi vê tevnê em dikarin sînoran rakin û xwe bigihînin hev. Ji bo em vî karî baş û bi hosteyî bikin, hewcedarî bi karekî profesyonel heye. Karê ez dikim profesyonel nîne. Jixwe, ez ji bo sebra xwe bînim vî karî dikim. Lewma ev kar jî nîne, ev xebatek e, ez pê sebra xwe tînim. Lê bivênevê di vê cîhana Kurdan a tinebûnê de vê xebata min jî reng guhert û êdî ez nikarim bibêjim, xebateke berdilxweşkirinê ye.
Ji bo em vî karî bi hosteyî bikin, divê em bêhtir li ser awayê xwendinê bixebitin. Yanî di xwendinê de aliyên şanoyî jî divê hebin. Di deng de tewazunek hebe. Di warê teknîkê de divê em guh bidin standartan. Ya din jî em li ser ahenga di navbera deng û muzîkê de jî bisekinin. Mirov karibe muzîka xwe ji hunermendên Kurd peyda bike, baştir e. Ew telîfa muzîkê jî neyê xwestin, baş e. Ji ber vê hinek berhemên min hatin rakirin. Ya din jî mirov karibe weke kom bixebite, wê gelekî baş be.
Di weşanên kaxezî de çapa duyem, sêyem heye; ka tu jî dê çapa duyem bikî yan na? Hazireyek heye ji bo vê?
Di vî warî de hevalekî min pêşniyaz kir ku ew dikare bi awayekî din ango bi muzîk û şêweyekî din montaj bike. Bi vî rengî, fikra çapa duyemîn ku tu bi nav dikî, li cem min jî çêbû. Ew heval niha amadekariyê wê dike. Kengî biqedîne ez ê wê jî deynim ser youtubeyê. Belkî hin kes bi muzîk û montajeke din jî xweştir bibînin.
NAVENDA NÛÇEYAN