Nûnerê rêveberiya Xweseriya Demokratîk li başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso derbarê hevdîtinan de ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Me wekî nûnerê rêveberiya Xweseriya Demokratîk li başûrê Kurdistanê û serokê Kantona Kobanê (Enwer Mûslim) serdana parlamentoya başûrê Kurdistanê kir. Em ligel desteya serokatiya parlamento, fraksyona PDK, YNK û Tevgera Goran civiyan. Me êvarî jî serdana nûnerê 43 partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir. Civîn li navenda Yekîtiya Netewîya Demokratîk a Kurdistanê ya li Hewlêrê hat lidarxistin.”

Daxwaza nûnertiya Rojava kir

Xerîb Hiso got: “Me ligel nûnerên aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û bi taybet Kobanê guftûgo kirin. Partî û aliyên siyasî keyfxweşiya xwe ji bo berxwedana li rojavayê Kurdistanê anîne ziman.” Hiso da zanîn ku daxwaza vekirina nivîsîngehên Kantonên Rojava hatiye kirin û wiha got: “Nûnerên partî û aliyên siyasî daxwaz kirin ku nûnertiyên kantonan li başûr, yê başûr jî li Rojava bêne vekirin. Ev ji bo wê yekêye ku peywendiyên navbera me de xurytir bibin.” Xerîb Hiso daxwaza lidarxistina Kongreya Netewî kir û xwest  di demekî herî kurt de Kongreya Netewî bê lidarxistin.

ROJ NEWS/HEWLÊR