TÊKO-JIN hat avakirin
Jinên ciwan ên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li Ewrûpayê, Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ragihandin. Komîteya ji 15 jinên ciwan piştî civîna 2 rojan bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevgera TÊKO-JIN ragihand.
Di daxuyaniya damezrandinê de hate gotin, ”Şerê navbera sîstema demokratîk û sîstema kapîtalîst, di şexsê Gelê Kurd û Rêber Apo de di bin zexta qirkirina çandî û fîzîkî de ye. Bi taybetî di şexsê jinan de dixwazin çand, dîrok, civakîbûnê ji holê rakin. Di şexsê ciwanan de ku bi enerjiya xwe bûne pêşeng ji civakê re, hewl didin civakê birizînin, bi sîxurî û narkotîkê civakê tune bikin. Li dijî polîtîkayên tunekirinê yên modernîteya kapîtalîst, pêwîste civak bi rengê şerê gel ê şoreşgerî têbikoşe.
Em; jin ên ciwan ên li navenda kapîtalîzmê ne, bi navê Kurdekê, bi navê jinekê, bi navê enternasyonalîstekê em jiyana sexte ya li me tê ferzkirin qebûl nakin. Li dijî vê yekê em xwe bi rengekî topyekûn bi rêxistin dikin.” NAVENDA NÛÇEYAN