Bi sedan welatiyan cenazeyê 3 endamên hêzên Asayîşê û şervanekî YPG’ê yên ku duh di encama êrîşa bombeyî ya li ser benda kontrolê ya hêzên Asayîşê ya li bajarokê Til Xelef a Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya gundê Berkevirê ya Dirbêsiyê bi merasîmekê spartin axê.

Di mersîmê de her wiha Rêveberê Giştî yê Hêzên Asayîşa Herêma Cizîrê Ciwan Îbrahîm jî amade bû. piştî ku cenazeyê her sê Endamên Asayîşê Farûq Mihemed Îd, Îsmaîl Meemo Moro, Elî Mihemed Kûr û şervanê YPG’ê Mihemed Hemê Silêman ji nexweşxwaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin. Bi sedan welatî bi kerwanekî piştî ku di nava kolanên bajêr re geriyan berê xwe dane bajarê Dirbêsiyê. Li vir girse li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û piştre girseyên ji herdu bajaran Serêkaniyê û Dirbêsiyê berê xwe dan Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya gundê Berkevirê ya Dirbêsiyê.
Welatiyan di merasîmê de durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re diqîriyan û wêneyên şehîdan rakiribûn.
Piştî ku girse gihîşte Goristanê li vir merasîmeke leşkerî ji aliyê Endamên Asayîşê û şervanên YPG’ê ve hate li dar xistin. Piştî 21 gule hatin avêtin, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Xweser a Cizîrê Rêzan Gulo, Fermandarekî YPG’ê Bawer Dîren, Rêveberê Giştî yê Hêzên Asayîşa Herêma Cizîrê Ciwan Îbrahîm û li ser navên malbatên her çar şehîdan xizmên wan axivîn.
Di hemû axaftinan de ev êrîşên çeteyan li dijî herêmê hatin şermezarkirin û diyar kirin ku bi van kiryaran ti carî vîna gelê Rojava nayê şikandin. Piştî axaftinan cenazeyên her çar şehîdan li gel tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartî axê hatin kirin.

Serêkaniyê merasîma oxirkirinê

Cenazeyên şervanekî YPG’ê û 4 endamên Asayîşê ku duh di êrîşa bombeyi ya li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê sedan kesan ve hatin wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Rustem Cudî ve hatin oxirkirin.
Di dema wergirtina cenazeyan de wêneyên 5 cangoriyan hatin vekirin û dirûşmeyên ku êrîşan şermezar dikin û dilsoziya bi cangoriyan re tînin ziman hatin berzkirin.  Di merasîmê de Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, Berpirsyarê Asayîşa Giştî ya Rojava Ciwan Îbrahîm, rêveber û endamên saziyên li bajar jî amade bûn. Cenazeyên 4 cangoriyan piştî ku ji nexweşxaneyê hatin wergirtin, bi karwanekî wesayîtan, din ava tilîlî û dirûşmeyan de hatin oxirkirin. Karwanê wesayîtan piştî ku di nava kolanên bajar de derbas bû, ber bi Dirbêsiyê ve ket rê.
Cenaze wê li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê bêne definkirin. 

DIRBÊSIYÊ/SERÊKANIYÊ