Li gundê Tirmîk ê bajarê Kobanê, pêr cenazeyên 9 şervanên YPG’ê yên di 30’ê Kanuna 2015’an de di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi ser bajarokê Eyn Îsa de jiyana xwe ji dest dayî li Goristana Şehîd Dicle hatin definkirin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê, 9 cenazeyên şervanên YPG’ê Mihemed Mihemed Elî (Awaz Şêran),Hakan Aydin (Botan Serdar), Bedîh Îsa (Zinar Dilovan), Mezlûm Çelîk (Şervan Ferato), Îzet Mihemed Osman, Şêro Mihemed (Fedayî Rojava), Canyar Demirtaş (Firar Berxwedan) û navê 2 têkoşeran nehat zanîn, ji avahiya Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana YPG’ê” gotin û ber bi gundê Tirmîkê dan rê. 

Dema ku girse gihişt Goristanê cenazeyên têkoşeran ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û bi sedan welatiyên Kobanê ve bi tililiyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re hatin pêşwazî kirin.

Şervanên YPG’ê cenzeyên tokşeran hildan ser milan û birin meydana merasîman a Goristanê. Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê û bi merasîmeke leşkerî dest pê kir.


‘Gelê Kurd nirxên mirovahiyê diparêze’

Piştre Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim axivî û diyar kir ku axa Rojava ya ku bi xwîna têkoşeran hatiye avdan, axeke pîroz e. Salih Mislim got, gelê xwedî rûmet, dikare rûmeta xwe li ser vê axa pîroz biparêze.

Mislim destnîşan kir ku dijmin li tevahî Kurdistanê êrîşî gelê Kurd dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dijmin li herçar parçeyên Kurdistanê êrîşî gelê Kurd dike. Bila dijmin bizane ku gelê Kurd ne weke berê ye. Êdî gelek e ku doza xwe qebûl dike û şeref, rûmet û nirxên tevahî mirovahiyê  diparêze”

Her wiha di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Kelîme Şêxdemir û Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivîn.

Axaftvanan bal kişand ser rola têkoşeran di pêkanîna jiyaneke bi rûmet û aram de û xwerêveberiya gelê Bakurê Kurdistanê û berxwedana wan li hemberî êrîşên dewleta Tirk silav kir.

Piştre wesîqeya şehadetê ya têkoşeran ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Rojîn Hac Kerho ve  hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Gel cenazeyên her neh têkoşeran bi tililiyên dayîkan û duirûşmeyên “Bijî berxwedana YPG’ê” spartin axê. 


ANHA/KOBANÊ