Bozlak di 30’ê Kanûna 1952'yan de li gundê Aktaş ê girêdayî Şereflîkoçhîsar a Enqereyê ji dayik bû, Bozlak endamtiya Damezrîner a SODEP, SHP, Partiya Kedê ya Gel (HEP), Partiya Demokrasî (DEP); Endamtiya Damezrîner û Serokatiya Giştî ya Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP)’ê kir.
Peyamên sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Murat Bozlak ku jiyana xwe ji dest da peyamek weşand. KCK’ê di peyamê de diyar ku ew ê bîranîn û hesreta wî ya herî mezin a Kurdistanek azad û Tirkiyeyek demokratîk di têkoşîna xwe de bi biryareke mezin bimeşînin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wefata Birêz Murat Bozlak bi xemgîniyek mezin hîn dibin. Di serî de ji malbat, rêveberên HDP’ê û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku Murat Bozlak bi têkoşîna ku daye şehîdê azadî û demokrasiyê yê rastî ye û wiha hate gotin: „Di salên 90’î de ku bi hezaran kuştinên kiryar nediyar pêk hatine, siyaseta legal a Kurd de serokatiya giştî partiyê kiriye û her wiha peywirên din jî bê teredût girtiye ser xwe, bi dengekî bilind û cesaretek mezin siyaset meşandiye. Li gel ku ji aliyê JÎTEM’ê ve rastî êrîşê hat û bi giranî birîndar bû û ji mirinê vegeriya jî dest ji têkoşînê berneda. Di şert û mercên herî dijwar de di têkoşîn azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd de bi awayekî aktîf siyaset meşandiye.
Em careke din li hemberî şehîdê azadî û demokrasiyê Murat Bozlak bi rêzdarî bejna ditewînin û soza xwe ya bilindkirina têkoşîna wî û azadkirina Kurdistan û demokratîkbûna Tirkiyeyê didin.”
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle û Selma Irmak, ji ber ji destdayîna jiyana Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Mûrat Bozlak peyameke sersaxiyê weşandin. Di peyamê de hat gotin, „Mezinkirina têkoşîna şoreşgerî ya Bozlak li dû xwe hişt, weke siyaseta Kurd û rêhevalên wî wezîfeya me ye, ku bi vî rengî aştiyê pêk bînin û ji malbata Bozlak û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.“
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji bo Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Murat Bozlak ê jiyana xwe ji dest da îlana sersaxiyê weşandin. Hevserokên Giştî Yên HDP’ê di îlanê de ji ber wefata Bozlak xemgîniya xwe anî ziman û ji bo Bozlak pênaseya “Hevalê me yê têkoşînê û birayê me” kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Bozlak li dijî nexweşiyê jî li ber xwe daye û wiha hate gotin: “Ev kesayeta wî ya têkoşer wekî kurteya jiyana wî ya siyasî ye. Jiyana wî ya siyasê ya ji HEP’ê heta HDP’ê bi dîroka têkoşînê ve dagirtî ye. Di têkoşîna xwe de ji guleyan re bûna hedef jî di nav de gelek bedel daye.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Murat Bozlak ji bilî şexsiyeta xwe ya têkoşer di heman demê de ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê ya gelê Kurd hefizeyekî girîng bû. Êşa me mezin e. Mîrateya wî ya siyasî dê her tim ji bo têkoşîna me ya demokrasî, ked, azadî, edalet û wekheviyê bibe ronahî. Em ji bo malbat û xizmên wî û hemû gelê Kurd sersaxiyê dixwazin.”
OSP, HDK û DBP'ê jî bi heman armancê peymanên sersaxiyê weşandin û ji malbat û HDP'ê re sersaxî xwestin. Di peyaman de têkoşîna siyasî ya Murat Bozlak hate vegotin.
NAVENDA NÛÇEYAN