Endamên jin ên asayîşa Serêkaniyê nerînên xwe bi ANHA re par ve kirin.  Endama Asayişê Xalide Xelîl diyar ku ew wek dayîkeke Kurd ji bo parastina hemû pêkhateyên bajarê xwe tevlî nav hêza Asayişê bûye. Xelîl wiha dewam kir: "Em ê ji bo parastina mafên  jinan têbikoşin, em êdî rê nadin tundiya lihember jinan." Xelîl bang li hemû dayîkên Kurd kir ku ji bo tevlîbûna nav hêzên asayişê rê li pêşiya keçikên xwe vekin da ku jin karibe di vê şoreşa pîroz de erkên xwe yên dîrokî pêkbîne." Endama Asayişê Sebah Fewaz di derbarê çalakiyên jinan di nav hêzên Asayişê de got: "Em tevlî bendên kontrolê dibin, her wiha bi mêran re saziya Asayişê birêve dibin û doz û giliyên jinan dişopînin." Hêjayî gotinê ye ku jin li Rojava di nav gelek saziyan de xwe bi rêxistin kiriye, yek ji mezinitirîn rêxistinên jinan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rêxistina Yekîtiya Star e. 

ANHA/SERÊKANİYÊ