Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê her ku diçe geştir û rengîntir dibe. Ev yek ji rengîniya qada 1’ê Gulanê jî xuya dibû. Komên cur bi cur bi dirûşm û daxwazên xwe li qada Taksîmê amade bûn.
Hemû kesên azadîxwaz li qadê berhev bûbûn. Kesên ku azadî û demokrasiyê naxwazin ji qadê vekişiyabûn. Hinek sendîkayên alîgirên AKP’ê li Enqereyê, li qada Tandoganê di bin serperiştiya Wezîrê Kar û Xebatê Faruk Çelîk de civiyan. Hinekên nîjadperest jî li Bûrsayê li qadekê kom bûn.
Ji ber vê yekê qada Taksîmê ji kesên azadîxwaz re ma. Kesên li qadê ne tenê bi nasnameya xwe ya çînî, lê bi bîr û baweriya xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê hatibûn qadê. Ji ber vê yekê ji bawermendên antî-kapîtalîst heta hawîrparêz û anarşîstan hemû derdorên dijber li qadê amade bûn.
Îsal gelê kurd bi awayekî girseyî beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûbû. Li metropolên mîna Stenbolê beşdariyeke zêde ya kedkarên kurd hebû, ligel vê yekê di serî de li Amedê, li çend bajarên Kurdistanê jî kedkar û xebatkaran cejna 1’ê Gulanê bi xwepêşandanên girseyî pîroz kir. Girseya BDP’ê ji girseya par gelekî zêdetir bû. Nemaze ciwanên kurd bi tîşortên xwe yên ku li serê “Bijî Yek Gulan” hatibû nivîsandin û korteja xwe ya girseyî bal dikişandin. Her wiha ciwanên kurd di warê dirûşman de jî bi amadehî hatibûn.
Her wiha nîqaşên der barê makeqanûnê de jî daxwaza gel a demokrasî û azadiyê nîşan didin. Her roj li çend cihan panel, sempozyûm û konferans der barê makeqanûnê de têne lidarxistin. Bo nimûne, di dawiya meha avrêlê de li Amedê sempozyûmeke der barê makeqanûnê de pêk hat.
Ev sempozyûm ji hêla Komeleya di Perwerdehiyê de Çareseriya Hevpar ve hatibû lidarxistin. Beşdarên sempozyûmê xwendekarên zanîngehan bûn. Sempozyûm ji sê panelan pêk dihat, di panela destpêkê de parlamanter Sirri Surreya Onder, Galîp Ensarioglu û Nuray Mert hebûn. Di vê sempozyûmê de jî panelek jî der barê perwerdehiya bi zimanê zikmakî de bû, ez bi xwe jî yek ji panelîstên vê panelê bûm.
Di panela berî ya me de Sirri Surreya Onder li ser pirsekê wiha got: “Êdî çîna karkeran a Tirkiyeyê bûye kurd.” Belê bi rastî jî wisa ye. Li Tirkiyeyê di hemû karên giran de kurd dixebitin. Beşa herî xizan a kesên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn kurd in. Îro karkerên çandiniyê bi piranî kurd in.
Ew ê ku diçin matotê bi piranî kurd in, ew ê ku di karên avahîsaziyê de dixebitin dîsa bi piranî kurd in, ew ên ku li kuçe û kolanên bajarên mezin pîleweriyê ango firoşkariya seyar kurd in. Ji ber vê yekê tevgera azadiya gelê kurd divê di heman demê de xwediyê bernameyeke civakî û aborî be.
Lê her wekî rengîniya qada 1’ê Gulanê jî nîşan dida, tevgera demokratîk a gelan nikare têkoşîna azadî û demokrasiyê bi daxwazên çînî tenê bisînor bike.
Kêşe û arîşeyên civakê bi rejîmê re pir zêde ne. Ji ber vê yekê her kom û derdor dê bi rengê xwe û bi daxwazên di nav têkoşîna azadî û demokrasiyê de cihê xwe bigire. Doza azadî û demokrasiyê dê bi beşdariya hemû derdorên azadîxwaz bi ser bikeve.
Têkoşîn geş û rengîn dibe