Di merasîmê de li gel Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA STAR'ê Leyla Amed, fermandarên HPG û YJA STAR'ê Firat Amed, Medya Egîd û Sema Întîkam hêzeke mezin a gerîla amade bû. Li gel serma û seqemê, komên gerîla yên ji herêmên cuda ketin ser rê, li qada merasîmê kom bûn. Hêzên gerîla yên li qada bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Zeynep Kinaci û alên HPG, YJA STAR'ê hatibû xemilandin kom bûn. Di kesayetiya her sê jinên şoreşger de ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa Kurdistanê merasîmeke leşkerî lidar xistin. Li dû merasîmê civînek pêk hat û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hêzên gerîla hat xwendin. Peyama Ocalan ji aliyê gerîlayan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.


Vîna azad hedef girtin
Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA STAR'ê Leyla Amed li vê derê axaftinek kir û di kesayetiya Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibîr anî. Amed ragihand ku bi komkujiyê re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên Kurd ên bi hewldanên Ocalan re veguherîne vîna azad, hedef hatine girtin. Amed di dewama axaftina xwe de got, "Di encama ked û hewldanên Rêber Apo yên 40 salan de, ji jinên Kurd ên kole hêviya azadiyê ya gel û bi hezaran Sakîne, Rojbîn û Ronahî yên bûn pêşengên vê hêviya azadiyê afirand. Sîstema modernîst kapîtalîst a navneteweyî û dewleta Tirk a mêtînger ev pêşketina li Kurdistanê rê li ber şoreşê vekir, ji xwe re xetere dîtin."

Neçar bûn biçin Îmralî
Fermandara HPG û YJA STAR'ê Leyla Amed axaftina xwe wiha dewam kir: "Weke HPG bi şerê xwe yê gel ê şoreşger ê di salên 2011 û 2012'an de me di warê siyasî û leşkerî de encamên dîrokî derxistin holê.
Tevahiya cîhanê dît ku bi bi hewldanên komkujiyê yên anîn serê gelê Tamîlê û hêzên wê yên berxwedanê re, PKK teslîm nayê girtin û nayê tinekirin. Li hemberî vê hêz û berxwedana mezin a gerîla, vîna artêşa Tirk şikest û ket rewşeke ku nikaribe şer bike.
Paralelî van hemû pêşketinan, li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya PYD û YPG'ê Şoreşa Rojava gav bi gav bi pêş ket. Van hemû pêşketinan dijmin neçar hişt ku biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê me re diyalog deyne." Merasîma bîranînê bi qêrîna slogananb bidawî bû.



JÊHAT BÊRTÎ/BEHDÎNAN