Di encamnameyê de hat diyar kir ku Yekitiya Star ji mîrateyeke dîrokî ya gelek bi hêz, hêza xwe digire û wiha hat gotin: “Di asta ku em niha hatinê de bi têkoşîna hatiye dayîn re encamên girîng û stratejik afirandiye. Di rewşa niha de Yekitiya Star di riya perspektîfek mezin a azadiyê de xwe pêş ve dibe. Bi taybetî hêzên YPJ’ê wekî hêzên parastina gel-jin, hemû hewldanên dagirkeriyê û êrîşên hişmendiya paşverû, zordar û kompolger şikandine û çandeke mezin a berxwedanê derxistiye holê. Bi vê boneyê em di kesayeta Warşînan, Ronahiyan, Çekjînan, Muradan, Silavan, Hêvîdaran, Cesûran, Dîcleyan, Hêlînan û bi dehan ciwanên Kurd ev berxwedan afirandine. Em careke din li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin û dibêjin ku meşa di riya wan de peywîrek şoreşgerî û hezkirina gel e.”
Yekitiya Star da zanîn ku di civînê de li ser helwesta têkoşîna hevpar a ku dê jin nîşan bidin jî hatiye rawestîn û wiha pê de çû: “Sekna ku tevgera jinê di vê pêvajoyê de nîşan daye û asta gihîştiyê, rewşeke dîrokî îfade dike. Ji bo vê yekê jî em wekî jinên Kurd, ereb, ermenî, asûrî, suryanî xwedî derfetên zêdetir ên têkoşîna hevpar in. Divê em refleksên hevpar nîşan bidin. Ev helwest dê hemû tevgerên jinan bihêz bike.”
Yekitiya Star da xuyakirin ku ji bo hemû geşedanan amade ne û wiha domand: “Di civîna me de biryar hat girtin ku aboriya civakî bê bihêzkirin û ji bo kooperatîfbûnên ku dê di pêşerojê de veguherin civaka eko-aborî, xebat bên meşandin. Feraseta bi pereyan qezençkirina pereyan nîn e, ya girîng ew e ku ji bo jinan qadên xebatê bên vekirin. Ev jî rewşek jiyanî ye. Heta ku jin li ser vê erdnîgariyê pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî re ku rû bi rû dimînin, ne mimkûn e ku civaka exlaqî û polîtîk bê avakirin. Ji bo ku pêşiya bazirganiya ku di bin navê zewicandina zarokên keç, qelen, berdel, şêwazên zewacê yên cuda bên girtin, divê biryarên ku beriya niha Yekitiya Star di çarçoveya veguherînên civakê de girtibûn û biryarên ji aliyê Meclisa TEV-DEM’ê ve hatine qebûlkirin, teqez bên bicîh anîn.”
Di dawiya encamnameyê bang li jinan hat kirin û wiha hat bi dawî kirin: “Divê hemû gelê me û derdorên demokratîk bi awayekî aktîf tevli têkoşînê bibin. Ji bo vê yekê em van derdoran hemûyan vedixwînin hevpariyê.”
ANHA/QAMIŞLO