ROZA METÎNA / JINNEWS/AMED
Nivîskara Gulgeş Deryaspî derbarê berhema xwe ya nû ya bi navê ´Ez Ne Ez im´ de got, berhemên bi zimanê dayikê di jiyana mirovan de xwedî cihekî taybet in û wiha peyivî.
Nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî xwediya 3 berheman e. Berhemên xwe bi Kurmancî ne. Her sê berhemên Gulgeş ên “Tariya Bi Tav”, “Xezal”, “Ez Ne Ez Im” roman in. Gulgeşê têkildarî berhema xwe ya herî dawî ya bi navê “Ez Ne Ez Im” de axivî û diyar kir ku nivîsandina bi zimanê dayikê û tevgera jinê ya di wêjeyê de gelek girîng e û got, “Dema ku jin bi pênûsa xwe ya azad, efsûnî û bi zimanê dayika xwe êş, bextewarî, serketin, serîhildanê û her mijarên din bikaribe rave bike, wê demê ev yek wê ji civakê re bibe çavkaniya herî mezin. Divê jin ji hêz û pênûsa xwe bawer bikin. Loma min bi pirtûka xwe ya nû ya bi navê ´Ez Ne Ez Im´ xwest ku dev ji nivîsandinê bernedim û pênûsa xwe xurtir û mayinde bikim.”