Endama YÇKM’ê Nîlufer Akta têkildarî girtina saziyên çand û hunerê yên bi KHK’yan hatîn girtin got, ew ê li dijî êrîşa pêk hatî, têkoşîna xwe li qadên alternatîf bidomînin.

Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde OHAL hat îlankirin û bi OHAL’ê re bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin derxistin gelek komele hatin girtin.  Xebatkara Navenda Çanda Bila Sed Kulîk Vekin (YÇKM) Nîlufer Aktayê der barê girtina komelayan û rê û rêbazên alternatîf de axivî.

Faşîzm êdî xwe venaşêre

Nîluferê di axaftina xwe de destnîşan kir ku girtina komelayan rûyê faşîzan ê dewleta Tirk nîşan dide û wiha peyivî: “Êdî hatiye asteke wisa ku desthilatdarî êdî xwe venaşêre. Ji ber ku ev krîza birêvebirinê ya li dijî hêzên civakî, îlankirina şer bû. Bi hemû bûyerên qewimî re der barê qada çand û hunerê de jî hat xwestin bi girtina hunermend, sînemavan û lîstikvanan bê bêdengkirin. Bi KHK’yan re di şevekê de gelek saziyên çand û hunerê hatin girtin. Li Stenbolê, komeleya Arzele, Med, Îdîl û Yuz Fîkîr jî hatin girtin.”

‘Sazî tên girtin lê fikr ti car’

Nîluferê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me wek YÇKM’ê bi salan bû ku li Okmeydanê xebatên çand û hunerê dimeşandin. Em feraseta hunereke ku bibe dengê jinê, bindestan, karkeran û kêmaran, dimeşand. Li dijî van êrîşên pêk hatî, em ê jî têkoşîna xwe li meydanên alternatîf bimeşînin. Bi komeleyên çand û hunerê re bi platformên me ava kirî re, em di nav piştevaniyê de ne. Ew dikarin saziyan bigirin lê ew ê ti carî nikaribin fikrên me ji holê rakin.”


 STENBOL