Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber salvegera darvekirina Serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Berî 73 salan weke îro, di 31’ê Adara 1947’an de piştî têkçûna Komara Kurdistan li Mehabadê, Damezrêner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serok Komar Seyf Qazî û nûnerê Mihabad li Parlamenta Îranê û Nûnerê Qazî Muhemed li Tehran Sadr Qazî, li sêdarê dan.”

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: “Îro jî, li hemberî desthilatdariya rejîma Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin. Tevî ku rejîma Îranê, ciwanên Kurdan bi dar ve dike, di zindanan de rehîn digire û di bin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tîne jî, gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomînin.

Em weke KNK, di bîranîna 73 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî  û hemî şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Herweha sêrî de dakirkerên rejîma Îranê û hemî dakirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN