“Kampanya li vir girîng e, xelk wê bibînin ka Tevgera Kurd çi qasî bi rêxistin û disîplîn e; û ev jî dikare îlhamê bide çîna karker û mirovên li vî welatî.”
Kampanya ‘Freedom For Öcalan’ (Azadî ji Ocalan re) li Ingilistanê sala 2017´an bi piştgiriya 15 sendîkayan weke kampanyayeke piştgiriya înternasyonal dest pê kir. Armanca sereke ew e ku Rêber Abdullah Ocalan fizîkî jî azad bibe û destekê dide tevahiya dozên Tevgera Azadiya Kurdistanê. Jixwe, par jî 134. Festîvala Durham ku ya herî mezin a karkeran e li dinyayê, diyarî mijara Azadiya Ocalan hatibû kirin.
Hefteya bihurî jî yek ji festîvalên herî kevin ên Tevgera Karkeran a Brîtanyayê ya li herêma Dorsetê li bajarokê Tolpuddle (Festîvala Şehîdên Tolpuddle) bi rê ve çû; mijara îsal a vê festîvalê jî dîsa Ocalan bû. Dîrektorê Kampanya Azadî ji Ocalan re Matt Nathan ji me re behsa kampanyayê kir.
Matt Nathan wiha îşaret bi girîngiya azadiya Ocalan kir: “Ji bo reformeke ku aştî û edaletê bîne Rojhilata Navîn fikrên wî gelekî muhim in.”
Me gelek zêhn rohnî kirin
Nathan ji bo kampanyayê dibêje, “Piştgiriya înternasyonalîst yek ji wan karan e ku tevgera senîdkayî li Ingilîstanê herî baş dike. Çi Mandela, çi Filistîn û çi Kolombiya, ev yek wisa ye. Çînên civakî bi sînoran ji hev cihê nabin. Hemû yek çîn in, çîna Karkeran. Çi Kurdistan û çi Birmingham. Ji ber vê vê demê derketina meydanê ya vê kampanyayê pirr muhim e.”
Matt Nathan li ser Festîvala Tolpuddleê jî dibêje, “Ev festîval pîrozkirina damezrandina tevgera sendîkayî ye. Elaqeya li me, li axaftina me gelek bû. Ev hemû îşaret bi destpêka înternasyonalîzmeke nû a di nava tevgera sendîkal de dike. Gava ez berê xwe didim derdorê, dibînim ku hevrêyên ji Kuba, Kolombiya û yên ji rêxistinên cihî yên Ingilîstanê tîşortên li ser wan Azadî ji Ocalan re dinivîse, li xwe dikin. Îro li vir ji bo dozê me gelek zêhn rohnî kirin.”
Matt Nathan dibêje ew rêveberê kampanyayê yê Ingilîstanê be jî, ew dikarin “ji bo piştgiriya înternasyonalîst modeleke nû teqez biafirînin”. Çawa ku di vê festîvalê de kirin, ew ê îsal û sala bê çalakiyên agahdarkirinê di çalakiyên mezin ên sendîkal de dewam bikin.
Ji hêviyên wî ye ku di hilbijartinan de Partiya Karker bi ser keve û karibin tesîra kampanyayê di asta hikûmetê de jî zêde bikin.
Gelê Kurd û Ocalan tesîr lê kir
Matt Nathan behsa wê yekê jî dike ka fikrên Ocalan çawa tesîr li wî kiriye. Ew bi bîr dixe ku siyaseta neo-lîberal li ser Partiya Karker bi xwe jî serwer bûye û wî bawer kiriye ku êdî demên piştgiriya înternasyonalîst ên berê li paş mane, heta ku tevgera Kurd nas dike: “Min digot, ew roj bihûrîn. Helbet wê dîsa vegeriyana. Ha ya ku min li cem gelê Kurd û Ocalan dîtî ev vejîn bi xwe bû. Ev pêdiviya mirovên mîna min bû, pêdviya çepgiriyê bû. Fena çirûskeke ku hestên me yên şoreşger lebitandin. Ez ji dil bawer dikim ku Ocalan ji pêşengan e di vê mijarê de. Ez xwe pirr nêzî Kurdan hîs dikim, ez wan wek hevrêyên xwe dibînim.”
Baş e, Tevgera Kurd dikare çi bike ji xelkên li Ingilîstanê re, bi ya Matt Nathan: “Kampanya li vir girîng e: xelk wê bibînin ka Tevgera Kurd çi qasî bi rêxistin û disîplîn e; û ev jî dikare îlhamê bide çîna karker û mirovên ji rêzê yên li vî welatî.”
AYSEL AVESTA / LONDON