Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, bi dirûşmaya “Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û tundiyê em li qada ne" li Qada Bazar a Bakirkoyê, mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran jinan mîtîng li dar xist. Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Jinan a HDK’ê, Piştevaniya Jinan a Kirkyama, Jinên Demokratîk ên Nû, Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Kedkarên Mala Zibare û gelek sazî û dezgehên jinan bi reng û pankartên xwe ketin qada mîtîngê. Bi hezaran jinên ji navçeyên cuda yên Stenbolê hatin qada mîtîngê, pankarta “Leyla Guven mafdere, divê tecrîd rabe” û “Em ber bi azadiyê ve dimeşin û tecrîdê dişkînin” vekirin.
Li ser navê Platforma Jinan ya Stenbolê Sevgî Ozturk daxuyanî xwend. Ozturk, diyar kir ku jin li dijî desthilatdariya zilam a cîhan ji bo jinan kirin dujeh û kapitalîzmê, weke hemû 8’ê Adarê, îro jî li qadane û heya daxwazên wan bên qebûl kirin, wê mezintir bibin, bibin yek, bi hêztir bibin û heya ji wan tê dê dengê xwe bilindtir bikin.
Heta azadiyê emê li qadan bin
Piştî daxuyaniyê li ser navê Piştevaniya Jinan a Esenyali Adîle Dogan axaftinek kir û got: “Weke her salê îsal jî em di 8’ê Adarê de li qadane. Di vê rojê de em carek din dibêjin em hene û heta azadiyê emê her li qadan bin. Bijî 8’ê Adarê.”
Piştî axaftinan, peyama bi deng a 8’ê Adarê ya Leyla Guven şandibû hat guhdar kirin. Guven wiha banga li jinan kir: “Merheba jinên xoşewîst. Emê îro têkoşîna jinan bilind bikin, hemû maf û hiqûqên jinan ên dinava civakê de bigihînin asta herrî jor. Ji vê yekê qet gumana me tuneye. Bi sedan hevalên me yên li girtîgehan li ber xwe didin jî wisan dibêjin. . Ez xwe pir bi şans hîs dikim ku rêheval û hevalê we jina me. Ez hêvî dikim ku di 8’ê Adarê sala bê de, emê hemû bi hevre vê rojê pîroz bikin.”
MA / STENBOL