Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Komsîyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê (Petitionsausschuss) di 15’ê Cotmeha 2012 de ji bo daxwazên Kurdan civiya û wiha hat gotin, “di Parlementoya Almanyayê de neheqiyên çandî, aborî, civakî û siyasî yên li hemberî Kurdên li Almanyayê dijîn û qedexeya li ser PKK’ê gotûbêj kir, em vê yekê weke pêngaveke girîng dibînin.”
Di daxuyaniyê de li Almanyayê nansekirina nasname û mafên Kurdan weke berdewama polîtîkayên înkar û asîmlasyonê yên li welatên ku Kurd jê hatine li Kurdan tên kirin, hate binavkirin, û hate destnîşankirin ku qedexeya li ser PKK’ê jî di çarçoveya têkiliyên siyasî û aborî yên bi Tirkiyeyê re pêk tên de heta niha di rojevê de ye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rawêjkarê Wezareta Navxweyî ya Alman jî nexwestiye ku biryara qedexekirina li ser PKK’ê berdewam bike û hat diyarkirin ku ev qedexe ji bo krîmînalîzekirina mafên Kurdan ên rewa tê bikarnaîn û got; “Divê ev qedexe tavilê rabe.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku parlementerên hemû partiyan helwestek baş û di cih de nîşan dane û wiha hat gotin; “Bi dilxweşî hesasiyeta wan a li hemberî daxwazên rewa û mafdar ên Kurdan hatine dîtin. Bi pirs û nêrînên xwe piştgirî dane van daxwazên mafdar ên Kurdan û polîtîkayên şaş ên hukûmetê rexne kirine.
Em hêvîdar û bawer im ku dê parlementerên endamên Komîsyona Daxwaznameyan jî bi heman awayi tevbigerin û hesasiyetê nîşan bidin. Qebûlnekirina daxwaz û nasnameya Kurdan ne huqûqî ye, biryareke siyasî ye. Em careke din dubare dikin. Heta ev neheqî, çewtî û înkara li ser Kurdan ranebe, em dê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.” 

ANF/BERLÎN




Kiliç: Kampanya nehat rojevê

Nûçeya ku ANF’ê bi sernavê “Komîsyona Daxwaznameyan beriya rûniştina 'Kurd' çûye Tirkiyeyê” weşand, rê li ber gotûbêjan vekir. Endamê Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Almanyayê û parlementerê Partiya Keskan Mehmet Kiliç ku di serdana Tirkiyeyê de cih girt, bernameya xwe ya serdanên Tirkiyeyê ji ANF’ê re şand û got; “Di serdanên me yên Tirkiyeyê de bi tu awayî kampanyaya Kurdan a Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn nehat rojevê.”
Di bernameyê de tê diyarkirin ku ji bo “Demdirêjiya girtinên li Tirkiyeyê” roja 9’ê Cotmehê bi Wezîrê Dadê yê Tirk Sadulllah Ergîn re hevdîtin pêk anîne. Hate diyarkirin ku mijarên wek “rewşa penaberên ji Sûriyeyê, afîşên Tirk û misilmanan ên li Almanyayê, hevdîtinek bi endamên komîsyona mafê jinan re hatiye pêanîn. Di bernameyê de tê destnîşankirin ku endamên komîsyonê li ser mijarên kêmarên olî bi Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun û Parlementerê BDP’ê Erol Dora re hevdîtin pêk anîne. Her wiha hate diyarkirin ku wana di 11’ê Cotmehê de serdana rojnameya Agosê kirine û ji endamên komîsyonê Mehmet Kiliç û Steffen Cladio Lemme çûne serdana Mustafa Balbay. 

BERLÎN