
Çalakiyên Helbest û Pexşanê yên Huseyîn Çelebî ku îsal cara 25’an li dar ketin, helbestkar û edîtora JINNEWSê ya beşa Kurdî Roza Metîna bi kurtçîroka wê ya bi sernavê 'Têkoşîna Tîpên Qedexe' di beşa kurtçîrokên Kurmancî de weke yekemîn xelat kir. Roza Metîna got, dema bihîstiye kurteçîroka wê bûye yekemîn, gelekî kela canê wê rabûye.
Roza Metîna dibêj, wê kurteçîroka xwe li ser zaroka Cemîle Çagirga ya ku li Cizîra Şirnexê bi guleyê jiyana xwe ji dest dayî, nivîsiye û her wiha nexasim jî rahiştiye zor û zextên li zimanê Kurdî dibin.
'Zimanê dayikê girîng e'
Roza Metîna bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got: "Zimanê dayikê bi rastî jî gelekî girîng e û ev giringî jî ji dîrokê tê. Dema ku em li dîroka Kurdan dinihêrin, bingeha zimanê Kurdî gelekî xurt e. Ji ber ku bingeha zimanê dayikê xurt e û zimanê min ê dayikê jî Kurdî ye, min xwest bi zimanê dayika xwe pirtûk, çîrok û helbestan binivîsim. Ez dixwazim girîngiya zimanê dayikê bi gotineke pêşiyan bînim zimên 'Kurdino! Zimanê neyaran ji xwe re nekin kiras, da ku hûn nemînin tazî û pêxwas.' Min jî bi vê hestê, dest bi nivîsê kir û min bi zimanê dayika xwe nivîsî."
Serhatiya tecrûbeyên serketî
Roza Metîna ku cara dûyemîn e di beşa çîrokan de xelat wergirtiye diyar kir ku ew cara pêşî, beşdarî Pêşbirka Kurte Çîrokan a ku li Rojava hatibû lidarxisitn bûye û li wir jî bi berhema xwe bûye sêyemîn. Roza anî ziman ku ew Çîroka wê jî li ser Dayîka Taybet a ku li navçeya Şirnexê Sîlopiyayê cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, bûye. Roza Metîna destnîşan kir ku cara duyem jî bi çîroka xwe ya bi sernavê 'Têkoşîna Tîpên Qedexe' tevlî 25’emîn Çalakiyên Helbest û Pexşanê yên Huseyîn Çelebî bûye, di wê pêşbirkê de jî yekemîn hatiye hilbijartin û mijara çîroka xwe wiha vegot: " Mijara çîroka min a 'Têkoşîna Tîpên Qedexe' bûyerên ku li welatê me qewimîn e ye. Bi taybetî min rahişt mijara wan bûyer û zehmetiyên li Cizîrê, Sûrê, Sîlopî, Dêrik û bûyerên ku herî dawî li bakurê Kurdistanê qewimîn. Her wiha min çîroka xwe li ser zaroka bi navê Cemîle Çagirga ku li Cizîrê bi guleyê jiyana xwe ji dest dabû û dayika wê ji bo cenazeyê wê bîhn nede, bi rojan di sarincê de veşartibû, nivîsî. Dema ku min nivîsî jî ez gelekî di bin bandora wê bûyerê de mam. Lê di wê demê de gelek bûyerên din ku mirov ji wan bi bandor bibe jî qewimîn."
Kela canê min rabû
Roza Metîna got, dema ku wê bihîst bûye yekemîn kela canê wê rabûye û wiha hestên xwe anîn ziman: "Ji ber ku di warê xizmeta zimanê dayikê de ez serketibûm. Ji bo min tişta girîng zimanê dayikê û bikaranîna wî zimanî ye ji ber ku zext li ser zimanê Kurdî zêde ne."
Roza Metîna bal kişand ser xwedîderketina li zimanê Kurdî û wiha peyivî: "Zimanê dayikê xelata paşerojê ye, pêdivî bi xwedîderketandina pergal a parastina zimanê dayikê heye. Dengên xwezayî ji ronahiya taveheyvê diniqutin, ronahî jî ji parastina zimanê dayikê feyzê digire."
Roza Metîna di heman demê de helbestkariyê jî dike, û bi van gotinan dawiyî li axaftina xwetîne: “Banga min ew e ku Kurd her tim li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji ber ku xwedîderketina li zimanê dayikê xwedîderketina li ked û rûmetê ye. Ji bo ku ked û rûmet têk neçin hewcedarî bi xizmeta Zimanê Kurdî heye. Bi zimanê dayikê hestên xwe rave bikin."
JINNEWS / AMED