Li Efxanistanê orkestraya ku temamê endamên wê jin in, tevî ku heta bi gefên kuştinê jî li endam û rêveberên wê tê xwarin, bi israr in ku karê xwe dewam bike.

Koma ku 35 endamên wê hene navê Zohra li xwe kiriye. Di nava enstrumanên wê de jî keman, sîtar, piyano hene. Pirraniya endaman ji malbatên xizan in; bi ser de jî ji bo ku karibin rêya xwe dewam bikin têkoşîneke zehmet li dûv xwe hiştine. Ji gefxwarinên kuştinê heta bi şantajên manewî, rastî her rengê tehdîtê hatine. Negîna Xupelwak a ku birêvebera orkestrayê ye, dibêje, “Apê min got, heke tu biçî orkestrayê wê pirsgirêkên cidî ji bo te çêbin. Dapîr min jî ji bavê min re got, heger tu bihêlî keça te biçe dibistana muzîkê, tu êdî ne kurê min î.”

Hewldaneke alternatîf 

Negîna ji ya xwe venegeriya û bû yekemîn birêvebera orkestrayê ya Efxanistanê. Tevî endamên orkestrayê hemûyan ew dixwazin nîşanî dinyayê bidin ku ew dixwazin steriyotîpên neteweya xwe biguherin. Herçî Zarîfa Abîda ye, dibêje: “Rast e, guhertin zahmet e, belkî nifşekî dewam bike. Lê em ji bo neteweya xwe di nava hewldaneke alternatîf de ne.”


QABÎL