Duh li bajarê Silêmaniyê bi armanca nîqaşkirin û çareseriya krîzên li Herêma Kurdistanê, bi tevlîbûna gelek aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û kesên navdar ên welatên derve, platformek hat destpêkirin. Îro di roja duyemîn de ku platformê dewam kir, di rûniştina yekem de cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubat Telabanî axivî, bal kişande ser krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê.

Qubat Telabanî di dewama axaftina xwe de got; “Li gel kêmbûna nirxê petrolê li herêm û welatên din, hemû serçaveyên petrolê ketine nava krîzê. Li Iraqê jî bi birrîna budceya Herêma Kurdistanê û di 2014’ê de destpêkirina şerê dijî DAIŞ’ê de, her wiha rûbirûbûna pêla penabaran, rê li ber çêbûna krîzan vekiriye.”

 

‘Me kêşeya siyasî ji bo xwe çêkir’

Telabanî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê û got; “Ji nav hemû krîzên heyî, krîzek din a ku me bi xwe ji bo xwe çêkir, krîza siyasî bû. Vê jî bi şêweyekî rasterast bandor li ser rewşa siyasî, ewlehî û aboriya welêt kir.”

Telabanî bal kişande ser krîza aborî, ew weke krîza sereke ya herêmê bi nav kir û got, bêyî çareserkirina wê pirsgirêkên siyasî jî nikarin bên çareserkirin.

Dawiyê Telabanî got; “Li Herêma Kurdistanê milyonek û 400 hezar mûçegir hene. Ji van jî 720 hezar karmendên hikûmetê ne. Nedayîna mûçeyê wan krîza herî mezin e. Bexda bi qutkirina mûçe em xistin nava krîzeke mezin.”


 ROJNEWS/SILÊMANÎ





YNK û PDK li hev nakin


Hefteya bihûrî Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî li Bexda li gel serokê komên Kurdan ên parlamentoya Iraqê civiya û biryara biçûkirina hikûmeta Bexdayê da. Li gorî vê jî tenê ji bo aliyên Kurdan wezaretek, dimîne û li ser wergirtina wezareta nû jî, di navbera PDK û YNK’ê de alozî derket.

Serçaveyeke ji YNK’ê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji RojNews re got; “Meqamê Serokkomar pêş meqamê Serokê Herêmê ve ye. Ji bo wê jî her meqamek ku li Bexda ji bo Kurdan bê dayîn, nabe PDK daxwaza vî meqamî bike.”

Her wiha parlamenterê PDK’ê li parlamena Bexdayê Muhsîn Seîdûn jî got; “Heya niha ti biryarek nehatiye eşkerekirin” li ser mijarê.